Rejîma sîyonîstî êriş û îxlalkirinên nû yên erdê li başûrê Sûrîyeyê pêk anîn
Gundewarên Deraa û Quneytrayê bi berdewamî bûn hedef; hikûmeta Şamê êrîş, ku tevî hişyariyên navneteweyî jî berdewam kirin, wekî îxlalkirinek sîstematîk a serweriya welat bi nav kir û ser zêdebûna talûke ya rageşiyan li herêmê bal kişand.
Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûrîyeyê (SANA), hêzên rejîma sîyonîst doh êvarê bi topxane û destwerdanên bejahî êrîşî herêmên Dera û Quneytrayê yên li başûrê Sûrîyeyê kirin.
Ajansê ragihand ku du dewriyeyên cuda, ku ji sê wesayîtên leşkerî yên aîdî rejîma sîyonîst pêk dihatin, ber bi xalên cuda yên li gundewarê Quneytrayê ve çûn û li ser sînor îxlalkirinên nû kirin. Dewriyeyek li ser rêya "Sed el-Mantara" xalek kontrolê danî, ya din jî ber bi gundê Samdaniya Rojava ve çû.
Televîzyona dewleta Sûrîyeyê jî ragihand ku topxaneyên rejîmê çar top avêtine derdora Kuya. Derbarê qurbaniyên êrîşê de hêna jî ti agahiyên zelal nînin.
Raportê tekez kir ku ev êrîş beşek ji zincîreke berdewam a îxlalkirinên ku serweriya Sûrîyeyê hedef digirin in. Tê de tekez kir ku rejîma sîyonîst tevî nerazîbûnên herêmî û navneteweyî jî êrîşên xwe didomîne.
Di heman demê de, rêveberiya Washingtonê daxuyaniyên ku qaşo armanca wan kêmkirina rageşiyê ye, dide. Serokê Emrîkayê Donald Trump vê dawiyê di posteke li ser platforma xwe de bang li rejîma sîyonîst kir ku "diyalogeke xurt û rasteqîn bi Şamê re bidomîne" û bal kişand ser girîngiya aramiya Sûrîyeyê.
Tê ragihandin ku di mehên dawî de, rêze hevdîtin di navbera rejîma sîyonîst û Sûrîyeyê de li ser rêkeftinên ewlehiyê hatine kirin, di çarçoveya van hevdîtinan de, şertên vekişîna Tel Avîvê ji herêma tampon a Sûrîyeyê ya ku di Kanûna 2024an de dagir kiribû, hatine nîqaşkirin.
Rejîma sîyonîst li Bilindahiyên Golan û deverên din ên başûrê Sûrîyeyê, ku ji sala 1967an vir ve dagir kiriye, carinan êrîşên bejahî û hewayî pêk tîne. Lêbelê, Şam van kiryaran wekî "behaneyek ji bo êrîşkariya berdewam" bi nav dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Karbidestên ku ji çapemeniya Amerîkî re diaxivin dibêjin ku Serok Donald Trump armanc dike ku berî dawiya salê derbasî merhaleya duyemîn a plana xwe ya "aştiyê" ya ji bo Xezzeyê bibe.
Hêzên Behrê yên Sipaha Pasdarên Şoreşê ragihand ku dema ku di tetbîqatek berfireh de li Kendava Farisî pergalên parastin û êrîşê yên pêşkeftî diceribînin, wan "hişyariyek zelal û biryardar" daye keştîyên şer ên Emrîkayê yên ku li herêmê digerin.
HAMASê tekez kir ku dawiya Yaser Ebû Şebab aqûbeta neçarî ya her kesê ku dixwaze bi îşxalkeran re hevkariyê bike ye, û diyar kir ku helwesta civaka Filistînê li dijî xayînan eşkere û bi biryar e.