Rejima îşxalker ji keştîya fîloya azadîyê ku ji bo dorpêça li dijî Xezzeyê bişkînê birê ketibû re êrîş kir
ÎHAyekî aîdê rejima îşxalker, li peravên Maltayê keştîyekî aîdê Fîloya Azadîyê ku bi armanca şikandina dorpêça li dijî Xezzeyê birê ketibû kir hedef. Di encama êrîşê de di keştîyê de şewat derket.
Li gorî qenela El Cezîreyê, keştîya bi navê “El Damîr” (Wijdan) ji Tunisê dihat û di nav wî de 30 aktîvîstên ku di warê mafên însanî ya navneteweyî de fealîyetan dikirin hebûn. ÎHAyên îşxalker, li peravên Maltayê keştîyê hedef girt.
Hat îfadekirin ku êrîş ji teref du ÎHAyan ve hat lidarxistin, ji van yek jeneratora ceryanê ya keştîyê hedef girtîye. Encax ji aktîvîstan tu kes birîndar nebûne.
Li gorî nûçeya ku ji teref CNNê ve hatîye belavkirin, mesulê çapemenîya Fîloya Azadîyê, diyar kir ku êrîşa rejima îşxalker di keştîyê de bûye sedema qulbûnê û niha keştî binav dibe.
Berdevkê Fîloyê, îfade kir ku ew ji keştîyê banga alîkarîyê şandine lê tenê Qibrisa Başûr bersivê bangê dane û ji bo wan keştîyekî xelaskirinê şandine.
Li gorî planê, ew ê ji Maltayê jî hinek aktîvîst beşdarî keştîyê bibûna. Dihat plankirin ku keştî ji Xezzeyê bi tonan alîkarîyên însanî bigihandana.
Koalîsyona Fîloya Azadîyê par, plan kiribû ku ji welatan ku di nav de Tirkîye û Lîbya jî heye ji Xezzeyê re bi keştîyan alîkarîyê bşînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara qurbaniyên lehiyên ji ber barana dijwar li Asfî (Safî) ya Mexrîbê gihîşt 21 kesan. Baranên ku bi lez zêde bûn, li bajêr wêraniyek berfireh çêkir.
Xelîl el-Heyya, rêberê Hamasê, di gotarekê de ku bi minasebeta salvegera 38emîn a tevgerê kir, tekez kir ku Operasyona El-Eqsayê îddîaya rejîma sîyonîst a "pêşîgirtina stratejîk" têk bir; wî banga ji nû ve avakirin, alîkariya mirovî û yekîtiya neteweyî kir.
Parêzgarê Tulkeremê Abdullah Kemil ji civaka navneteweyî xwest ku destwerdana lezgîn bikin da ku fermana leşkerî ya ku hilweşandina 25 avahiyên li Kampa Penaberan a Nur Şams ferz dike rawestînin.
Îranê li peravên Kendava Ummanê tankereke petrolê ya biyanî ku tê de 6 milyon lître sotemeniya dîzelê ya qaçax hatibû dîtin desteser kir. Hat ragihandin ku pergalên navîgasyonê yên tankerê hatine sekinandin.