Rejima sîyonîst Kampa Penaberên Şatîyê hedef girt: 2 jê zarok 8 şehîd

Di êrîşên ku li dijî Kampa Penaberên Şatîya Xezzeyê hat lidarxistin de 8 kes şehîd bûn, ji 30 kesan zêdetir mirov jî birîndar bûn. Di nav şehîdan de du heb jî zarok hene.
Çavkanîyên herêmê îfade kirin ku di êrîşê de malekî rasterast hat hedefgirtin û di encamê de 2 jê zarok 8 Filistînî şehîd bûn, ji 30 hebî zêdetir sîvîl jî birîndar bûn.
Çavkanîyên tenduristî ya Xezzeyê, daxuyand ku rewşa gelek birîndaran giran in, hêna jî gelek kes di bin kavilan de ne.
Di êrîşên rejima îşxalker a ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li dar dixe de 57 hezar û 575 Filistînî şehîd bûn, birîndar jî gihîştin 136 hezar û 879 kesan.
Tê zanîn ku ev reqem ne reqemên rastîn in, bi tevî Filistînîyên ku di bin kavilan de mane û hêj wan kesên ku xeber ji wan nayê girtin ve hejmar gelek zêde ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 680yan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 137 hezar û 409 kesan.
Endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê Îzzat el-Rişk tekez kir, "Xezze teslîm nabe… Ew ê ku şert û mercan ferz bike û hevkêşeyan li ser erdê diyar bike berxwedan be."
Li Hindistanê ji ber hilweşîna pirekê wesayît ketin nav avê û herî kêm 9 kes mirin.
Di êrîşên ku ji saetên serê sibê ve ji teref rejîma sîyonîst ve li ser deverên cuda yên Xezzeyê pêk tên de herî kêm 17 Filistînî şehîd bûn.