El-Rişk, endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê, got: "Ew ê ku şert û mercan bibêje Berxwedan e"

Endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê Îzzat el-Rişk tekez kir, "Xezze teslîm nabe… Ew ê ku şert û mercan ferz bike û hevkêşeyan li ser erdê diyar bike berxwedan be."
Rayedarê HAMASê El Rişk, di daxuyaniyekê de li ser qenala xwe ya Telegramê, destnîşan kir ku daxuyaniya Netanyahu ya "divê hemû êsîr bên berdan û HAMAS teslîm bibe" têkçûnek psîkolojîk nîşan dide, ne rastiyên li ser erdê.
El-Rişk weha nirxandinek kir:
"Piştî ku rêberên dijmin bi operasyonên leşkerî têkçûna xwe ya tevahî di vegerandina êsîrên xwe de qebûl kirin, êdî eşkere ye ku yekane rêya azadkirina êsîran ew e ku peymanek cîddî bi berxwedanê re were çêkirin.
Xezze teslîm nabe… Ew ê ku şert û mercan ferz bike û hevkêşeyan li ser erdê diyar bike berxwedan be.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 680yan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 137 hezar û 409 kesan.
Li Hindistanê ji ber hilweşîna pirekê wesayît ketin nav avê û herî kêm 9 kes mirin.
Di êrîşên ku ji saetên serê sibê ve ji teref rejîma sîyonîst ve li ser deverên cuda yên Xezzeyê pêk tên de herî kêm 17 Filistînî şehîd bûn.