Rejima qirker, li Xezzeyê 5 Filistînîyan şehîd kir
Rejima îşxalker a qatil li herêmên cuda yên Şerîda Xezzeyê êrîşan pêk anît, di encamê de 3 jê zarok 5 Filistînî şehîd bûn.
Sîyonîstên îşxalker ji bo merhaleya duyemîn a agirbestê cenazeya êsîrê dawîn wek şertek da pêş, li Kampan jî gelek malbat ji ber baran û berfê micadeleya jiyanê didin.
Hat îfadekirin ku sîyonîstan êrîşê bakurê Cîbalîyeyê kirin û bi vê şeklê ji îxlalkirina agirbestê ya sîyonîstan re ev jî hat zêdekirin.
Li gorî agahîyan ji ber ku rejima îşxalker gule li ser çadirên li Kampa Cîbalîyeyê reşandîye zarokekî ji serê xwe giran birîndar bû.
Xeyn ji van agahîyan sîyonîstan gotin ku ew Filistînîyekî jî ji ber ku “xeta ewlehîyê derbas kirîye” kuştine. Hat îddîakirin ku du kes xeta zer derbas kirine û leşkerên sîyonîstan “tehdîd kirine”
Gelê Xezzeyê jî di bin van êrîş û bomberdmanan de, ji ber baran û hewaya sar jî jiyana micadeleyê didin. Yekîneya Parastina Sîvîl a Xezzeyê, îfade kir ku 250 hezar malbat di bin çadirên rizî de bi hewaya sar û avên lehîyê re micadeleyê didin. Ji ber barana tund bi hezaran çadin bi temamî di bin avê de man.
Ji ber dorpêça terorîstên sîyonîst amûrên alîkarîyê û sitargehan jî nayên kirin nav Xezzeyê, ji ber vê yekê jiyana li kampan bûye wek bêîmkanîyekî. Ji ber êrîşên du salî gelek çadir hatin bomberdmankirin yên ku mane jî ji vê şert û mercan re nabin.
Di heman demê de ji çapemenîya Emrîkayê jî tê gotin ku Trump giranîya karê xwe daye derbasbûna merhaleya duyemîn. Li gorî nûçeyek Washington Postê, rayedarekî Emrîkayê gotîye dema ku cenazeya êsîrê dawîn were dayîn ew ê derbasî merhaleya duyemîn bibin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker, digel agirbestê li Xezzeyê êrîşan pêk tîne, vê carê jî bi helîkopter û topên hewanê gule li ser sîvîlan reşand, di encamê de li Refah û Cîbalîyeyê 3 Filistînî şehîd bûn.
Neteweyên Yekbûyî, derheqê rîska lehîyê ya li Xezzeyê de destnîşan kir ku ji sedî 40ê nifûsê, û nêzê 850 hezar mirovên ku ji cîhê xwe bûne bi rîska lehîyê re rûbirû ne.
Emrîkayê, ji biryara firotina piştgirîya teknîkî û teknolojîya leşkerî ya qasî 686 dolarî ji bo nûkirina fîloya F-16an re biryara erê da.
Serfermandarê Rûsyayê Valeriy Gerasimov, daxuyand ku artêşîa Rûsyayê Seversk û gele cîhên stratejîk kir bin kontrola xwe.