Rejima qatil êrîşî kon, xanî û navendên alîkarîyê kir: 85 şehîd

Di êrîşên nav 24 dawîn a rejima îşxalker de herî kêm 85 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn. Vê carê jî hedefê sîyonîstan xanî, kon, kampa penaberan û navendên alîkarîyê bûn. Di navbera şehîdan de gelek zarok û pîrek hebûn.
Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên mehellî û Wezareta Tenduristî ya Filistînê ve hatine bidestxistin, di êrîşa ku li herêma Mewasîya Xan Yûnisê li dijî konan hat lidarxistin de 3 jê zarok 8 kes şehîd bûn. Di êrîşa ku li heman cîhê li dijî sîvîlên ku xwe sipartibûn navendên alîkarîya di bin îdareya Emrîka-rejima îşxalker de ye de jî 15 kes ji gazê fetisîn û 6 kes jî ji ber êrîşên rasterast canên xwe ji dest dan.
Kampên Cibaliya, Bureyc û Nusayratê jî bûn hedefên balafirên sîyonîstan. Di êrîşan de li Bureycê zarok jî di nav de 8 kes, li Nuseyratê jî li konek û qehwexaneyekî jî 11 kes şehîd bûn.
Li herêmên El-Kerame, Sabra, Et-Tuffah û Ez-Zeytuna bakurê Xezzeyê jî xanîyên sîvîlan hatin hedefgirtin û kolan hatin bomberdmankirin. Di van êrîşan de zarok jî di nav de bi dehan mirov şehîd bûn.
Êrîşên sîyonîstan bênavber berdewam dikin, ji ber vê yekê ekîbên parastina sîvîlan ji bo gihîştina kavilan gelek zehmetîyên dikşînin. Ji ber kêmasî û tinebûna dermanan jî gelek kes bêderman û bêtedawî dibînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Agirekî li navenda danûstandinê ya "Hypermarket" ku tenê heft roj berê li Kut a Iraqê vebû, 61 kesan canê xwe ji dest dan. Piştî bûyerê sê roj şîn hat ragihandin û hat ragihandin ku dê doz li xwediyê navenda danûstandinê bê vekirin.
Yekîtîya Alimên Misilmanên Cîhanê, êrîşa sîyonîst a li ser Şamê wekî "derbeyek giran li rûmeta Ummetê" bi nav kir, û daxwaza civîneke bilez bi welatên Îslamî kir. Yekîtiyê her wiha ji bo Xezzeyê û Sûriyeyê daxwaza avakirina hevpeymaniyeke leşkerî û aborî kir.
Hat ragihandin ku hêzên hikûmeta Sûrîyeyê bi temamî ji wîlayeta Suweydayê ku li wir pevçûnên bi komên Durzî re qewimîne vekişiyane.
Hêzên Asayîşa Qudsê ragihand ku îşxalkeran di dema pêşveçûna xwe ya ber bi taxa Zeytûnê ya Xezzeyê de wesayîteke leşkerî bi teqemeniyeke bihêz hedef girtin û wêran kirin.