Rejima îşxalker li Şerîya Rojavayê 45 Filistînîyan desteser kir

Hêzên îşxalker, li gelek bajar û deverên Şerîaya Rojavayê êrîşan pêk anît û avêtin ser malan, di encamê de 45 Filistînîyan desteser kirin, 32 aktîvîstên biyanî yên ku piştgirîyê didan berhevkirina zeytûnan jî dersînor kirin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA, rejima îşxalker li El Xelîl, Qalqîlya, Tulkerîm, Nablus, Tubas, Cenîn, Qudsa Rojhilat û Bîreyê avêtin ser Filistînîyan.
Hat îfadekirin ku artêşa îşxalker li El Xelîlê gelek noqteyên kontrolê danîne, û bi tevî zarok û hinek êsîrên berê 45 Filîstînîyan desteser kirin.
Hat îfadekirin ku di dema êrîşan de hinek Filistînî jî teref îşxalkeran ve hatin derbkirin.
Ji 8ê Cotmeha 2023yan vir ve ku rejima îşxalker li Xezzeyê dest bi êrîşan kiribû, li Şerîaya Rojava û Qudsa Rojhilat êrîşên xwe zêde kir.
Xeyn desteserkirina Filistînîyan hat ragihandin ku 32 aktîvîstên biyanî jî ji ber ku piştgirîyê dane berhevkirina zeytûnan hatine dersînorkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker digel peymana agirbestê, li dijî herêma Bekaaya Libnanê êrîşeke asîmanî li dar xist. Piştî êrîşê li herêmê dûman bilind bûn, lê derheqê candayînan de hêj tu daxuyanîyek nehat dayîn.
HAMASê, ji dîmenên ku wezîrê qaşo yê rejima îşxalker Ben Gvir ji girtîyên Filistînî re muameleyên xerab dike û wan bi înfazê tehdîd dike re bertek nîşan da, bang li civakê kir ku li hember sûcên îşxalkeran tevbigerin.
Li peravên bajara Mahdîaya Tunusê keleka ku koçber di nav de bûn bin av bû, di encamê de zarok û pitik jî di nav de herî kêm 40 kesan canê xwe ji dest dan.
Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, daxuyand hejmarê şehîdên ku di encama êrîşên rejima îşxalker a ku ji Cotmeha 2023yan vir ve bikartîne de şehîd bûne derketîye 68 hezar û 234 kesan, hejmarê birîndaran jî gihîşt 170 hezar û 373 kesan.