Rejima îşxalker li Deraya Sûrîyeyê sivîlekî seqet kuşt
Li Derayê di êrîşa rejima îşxalker de sivîlekî seqet canê xwe ji dest da.
Cenazeyê sivîlekî seqet ku di serdegirtina rêjîma îşxalker de li gundê Cemle yê li gundewarê rojavayê Derayê canê xwe ji dest da, rakirin Nexweşxaneya Neteweyî ya Derayê.
Li gorî çavkaniyên herêmî, hêzên rejîma îşxalker ên ku ketine gund, ber bi taxa rojhilat ve belav bûne. Di dema çalakiya li herêmê de, nîşangir li ser banên xaniyan bi cih bûne.
Rejîmê şeva din bi topan êrîşî derdora bajarokê Abidîn ê li hewza Yermûkê li gundewarê rojavayê Derayê kir.
Li gorî agahiyan, du top li rojavayê bajêr ketine, lê agahî nehat dayîn ka di êrîşê de birîndar an jî ziyana maddî çêbûye yan na.
Rayedarên Sûrîyeyê bang li civaka navneteweyî dikin ku berpirsiyariya rawestandina îxlalkirinan û garantîkirina pabendbûna rejîma îşxalker bi qanûnên navneteweyî û biryarên Neteweyên Yekbûyî re bigire ser xwe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Parlamentoya Îranê got ku şerekî muhtemel ew ê ji bo Washingtonê pir biha be.
Serîyyeyên Qudsê ji bo çalakîya li El Xelîlê ku tê de du Filistînî şehîd bûn û pênc leşkerên sîyonîst birîndar bûn, piştgiriya xwe nîşan dan û li dijî hêzên îşxalker û milîsên Cihû banga zêdekirina têkoşîna li Şerîaya Rojava kirin.
Hamas îddîayên ku tehdîda dubarekirina operasyona 7ê Cotmehê red dike û bang li navbeynkaran dike ku îxlalkirinên îşxalkeran bi dawî bikin.
Li Herêma Xweser a Tibetê ya Çînê, di erdhejeke bi hêza 7 pileyî de 16 kes mirin û 46 kes jî birîndar bûn. Li herêmê, ku bi sedan xanî wêran bûne an jî zirar dîtine, operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.