Li Portekîzê qezaya tramvayê: 15 mirî, 20 birîndar

Li Lîzbona peytexta Portekîzê tramvayek ji rêya hesin derket, di qezayê de 15 kesan canê xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.
Tramvaya Gloriaya ku li Lîzbonê eserek nîşan e, ji rêya hesin derket.
Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 15 kesan canê xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.
Serokkomarê Portekîzê Marcelo Rebelo de Sousa, destnîşan kir ji bo mirovên ku canê xwe ji dest dane û birîndaran gelek xemgîn e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 64 hezar û 231an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 161 hezar û 583 kesan.
Hamasê ragihand ku ew li benda bersiveke rejîma sîyonîst in ji bo pêşniyara peymana berfireh a ku bi rêya navbeynkaran pêşkêş kiriye. Tevgerê diyar kir ku ew ji bo berdana hemû êsîran û ji nû ve avakirina Xezzeyê amade ne.
Li wîlayeta Nangarhara Efxenistanê di mezinahîya 4,7an de erdhejek pêk hat.