Putîn, wê biçe Hîndistanê
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn, wê di navbera 4-5ê Kanûnê de bi fermî Hîndistanê zîyaret bike.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Kremlînê ve hat belavkirin, Putîn wê li ser daweta Serokwezîrê Hîndistanê Narendara Modî, di navbera 4-5ê Kanûnê de bi fermî biçe Hîndistanê û zîyaretan pêk bîne.
Di daxuaynîya ku ji teref Kremlînê ve hat belavkirin de weha hat îfadekirin, “Ev zîyareta ku were kirin di warê sîyasî, aborî, bazirganî, zanyarî, teknolojîkî, çandî û însanî de girîngîyên taybet û hevparîyên stratejîkî di nav xwe de dihewîne.”
Kremlîn dûre weha got, “Ew ê van meseleyan bibe noqteya odak a mizakereyên ku bi lijneya Hîndistanê ku di serokatîya Narendra Modî de bicive be.”
Hat îfadekirin ku wê di navbera Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn û Serokê Dewleta Hîndistanê Droupadhi Murmu de hevdîtinek cuda were lidarxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Karbidestên Filistînî ragihandin ku di êrîşa artêşa îşxalker a li ser bajarê Tubas ê li bakurê Şerîaya Rojavayê de ku di roja duyemîn de ye herî kêm 25 Filistînî birîndar bûn û 119 kes hatin desteserkirin.
Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro talîmat da Hêzên Hewayî yên xwe ku "ji bo êrîşeke muhtemel a Emrîkayê amade bin"
Hat destnîşankirin 5 êsîrên Filistînî yên ku li Xezzeyê hatibûn desteserkirin û ji teref rejima îşxalker ve dîsa hatin serbestberdan gihîştin Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê.