NY: Êrîşên îsraîlê, Sûrîyeyê bêîstîqrartir dike

Neteweyên Yekbûyî, destnîşan kir ku êrîşên rejima îşxalker a sîyonîst serxwebûnîya Sûrîyeyê û yekîtîya axên Sûrîyeyê îxlal dike, di heman demê de di demekî ewa hessas de bêîstîqrartir dike.
Di Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) de êrîşên rejima îşxalker a li ser Sûrîyeyê hatin gotûbejkirin.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Mesulê Ji Pasîfîk, Asya û Rojhilata Navîn ê Neteweyên Yekbûyî Khaled Khiari, destnîşan kir ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres hemû êrîşên li dijî sîvîlan bi tundî şermezar dike.
Khiari, îfade kir ku hemû çalakîyên ku gengeşîya mezhebîyê zêde dike û hêvîya aştî û lihevkirina gelê Sûrîyeyê ku 14 sal di nav herbekî xerabker de bû xera dike jî tê şermezarkirin û weha berdewam kir, “Di vê çarçoveyê de, ez daxuyanîya ku ji teref Ofîsa Serokatîya Dewleta Sûrîyeyê ve hatibû dayîn ku îxlalan şermezar dike û divê mesul bêne hesibandin jî li cem xwe dinivisînim. Ez ji rayedarên Sûrîyeyê re, bang dikim ku vê tehqîqatê di nav şeffafî, bi lez û nav li gorî standardên navneteweyî de temam bikin. Ev tişt, bi taybetî gelek muhîm e ku ew ê hemû Sûrîyeyê bêne parastin û edalet bê tesîskirin.”
Khiari dûre weha li axavtina xwe zêde kir, “Ez dîsa şermezarkirina Sekreterê Giştî yê NYyê, ya êrîşên rejima îşxalker ên li dijî navçeya Deraya Siwêda û navenda Şamê dubare dikim. Ev êrîşan hem ji serxwebûnî û yekîtîya axên Sûrîyeyê re zerarê dide, hem jî ji lêkirina ji nû ve ya Sûrîyeyê di nav aştîyê de re jî zerarê dide. Van êrîşan Sûrîyeyê bêîstîqrartir dike.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bajaroka Yabuda Cenînê Amr Kabhaya 13 salî di gulereşandina îşxalkeran de şehîd bû. Midexeleya ambûlansê hat astengkirin, bav Kabha jî ji teref leşkeran ve hat derbkirin û êsîrgirtin.
Berdevkê Tûgayên Qessam ê baskê leşkerî yê HAMASê Ebû Ubeyde, di daxuyanîya ku bi vîdeoyî parve kir de weha got, “Ey serokên vê ummetê, partîyên mezin, alimên wî! Hûn li cem Xwedê yên ku em ji wan dewekarin in. Ji dewekarîya her êtîm, jinebî, koçber, birîndar û birçîyan hûn mesul in. Milên we, bi xwîna deh hezaran mesûman barkirîye”
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Beqayî, îddîayên Fermandarîya Hêzên Navenda Emrîkayê (CENTCOM) ku digot, komekî leşkerî ya bi navê Hêzên Berxwedana Netewî ya Yemenê (NRF) tê zanîn, li Yemenê sewqîyatekî çekan a Îranê ku “Gelek Mezin e” ji Husîyên li Yemenê re diçû bidestxistine, wek “bêbingeh û parçeyek kampanyaya propagandaya li dijî Îranê” nirxand.
Endamê Biroya Sîyasî yê HAMASê û Mesulê Karên Qudsê Harun Nasiruddîn, bal kişand ku berxwedana gelê Qudsê wê projeyên sîyonîstan beredayî bike. Nasiruddîn, bang li ummetê kir ku xwedî li Mescîdî Eqsayê derkevin.