NY ji bo Xezzeyê hişyarîya lehîyê da: Ji sedî 40ê nifûsê bi rîska lehîyê re rûbirû ye
Neteweyên Yekbûyî, derheqê rîska lehîyê ya li Xezzeyê de destnîşan kir ku ji sedî 40ê nifûsê, û nêzê 850 hezar mirovên ku ji cîhê xwe bûne bi rîska lehîyê re rûbirû ne.
Alîkarê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Farhan Heq, destnîşan kir ku li Xezzeyê ji ber barana zêde çadir di bin avê de mane.
Haq, destnîşan kir ku NY û hevparên wî li cîhên ku mimkin in ji bo alîkarîya însanan dixebitin, “Li gorî analîzên rîska lehîyê, ji 760an zêdetir cîhên ku 850 hezar însan lê dijîn, di navbera herêmên herî bi rîsk a ku ew ê lehî çêbibe dijîn. Ev jî nêzê ji sedî 40ê nifûsa Xezzeyê ye.
NY û hevparên wî destnîşan kirin ku ew ji bo hişyarîya lehîyê ya ji 160î zêdetir dest bi xebatê kirine, nirxandinên ku ji herêmên cuda 16 hezarî malbatan di nav xwe de dihewîne kirine.
Haq, îfade kir ku ew binesazî û qenelîzasyonan ji bona ku paqij bikin dest bi xebateke mezin kirine, “Heta ku ji destê me tê em însanan dibin cîhên bilind. Lê raste, lazimatîya me ji gelek tiştan re heye.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li başûrê Hîndistanê otobûs gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de 9 kes mirin, 29 kes jî birîndar bûn.
Balafirên herbê yên sîyonîstên îşxalker êrîşê derdorê bajaroka Ansar û herêmên çîya û gelîyên Libnanê kirin.
Wezîrê qaşo yê sîyonîstan Ben Gvîr, çûbû ser gora Şehîd Şêx Îzzeddîn El Qessam ê ku pêşeng û rêberê berxwedana Îslamî ye û heqaret li wî kiribû û gotibû em ê gora wî xera bikin.
Rejima îşxalker, digel agirbestê li Xezzeyê êrîşan pêk tîne, vê carê jî bi helîkopter û topên hewanê gule li ser sîvîlan reşand, di encamê de li Refah û Cîbalîyeyê 3 Filistînî şehîd bûn.