NY ji ber pevçûnên li Yemenê endîşedar e
Bang hat kirin ku bila sivîl bên parastin û pabendî qanûnên mirovahiyê bin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric diyar kir ku ew ji ber dijwarbûna şer û çalakiyên leşkerî yên li herêma Taizê ya li başûrê rojavayê Yemenê "pir bi endîşedar" in.
Dujarric diyar kir ku ev zêdebûna leşkerî dikare encamên pir ciddî li ser sivîlên li Yemen û herêmê hebe, û bang li hemû aliyan kir ku pabendî erkên xwe yên di bin qanûna mirovî ya navneteweyî de bin û ji hedefgirtina sivîlan û binesaziya sivîl dûr bisekinin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Balafirgeha Leşkerî ya Teftenazê li gundewarê Îdliba Sûrîyeyê, teqînên bê sedem qewimîn.
Li nêzîkî Otoyola 65an, nêzîkî bajarê îşxalkirî yê Heyfayê, balafireke biçûk ket xwarê û kesek mir û yekî din jî bi giranî birîndar bû.
Li gorî Axios, ku ji çavkaniyên xwe vedibêje, Emrîkayê du bataryayên mûşekên Patriot ên din ji bo parastina tesîsên petrol û gazê li Erebistana Siûdî û Qeterê bi cih kirine.