NY: Artêşa Myanmarê ji derbeyê vir ve 7 hezar û 100 Misilmanên Rohîngyayî qetil kir

Ofîsa Mafên Însanan a NY, daxuyand ku artêşa Myanmarê ji derbeya 2021an vir ve li Ereqanê 7 hezar û 100 Misilmanên Rohîngyayê şehîd kir. Li gorî raporê, ji sisêyan yek ên ku hatine qetilkirin pîrek û zarok in.
Ji teref Ofîsa Mafên Însanan a Neteweyên Yekbûyî ve derheqê Misilmanên Rohîngyayê de raporek hat belavkirin.
Di raporê de hat îfadekirin ku rewşa li Ereqanê wehşeta ku di 2017an de hatibû lidarxistin tîne bîra mirovan, hat destnîşankirin ku artêşa Myanmarê bi înfazên kêfî, îşkenceyên komî, şewitandina gundan û koçkirina bi zorê, îxlalên sîstematîkî bikartîne.
Li gorî daneyên NY, ji derbeyê vir ve herî kêm 29 hezar û 560 kes ji ber sedemên sîyasî hatine girtin; ji 22 hezarî zêdetir însanan re jî mafê darazandina adil nehatîye dayîn û hêna jî di mehkemeyên leşkerî de têne girtin.
Xeyn ji van hûrgilîyan di nav du salan de bi sedhezaran sîvîl mecbûr man ku malên xwe terk bikin. Ji Mijdara 2023yan vir ve nêzê 150 hezar Rohîngyayî xwe sipartin Bangladeşê. Bi tevî vê hejmarê, hejmarê Rohîngyayîyên ku li Bangladeşê dijîn gihîştîye 1 milyonî.
Komîserê Bilind ê Mafên Însanan ê NY Volker Turk, got ku “Gelên Rohîngya û Ereqanê bedêla herî giran a êrîşên çawalêhato ya li ser sîvîlan didin.” Û artêşa Myanmarê jî ji bi zorê koçkirin, binçavkirinên kêfî, şewitandina gundan û qetîamên ku dubare dikin mesul girt.
Turk, bal kişand ku dîmenên ku di sala 2017an de hatibûn dîtin ji nû ve têne jîyandin, artêş hema hema bi bêcezayîya temamî tevdigere.
Turk destnîşan kir ev îxlalên ku têne kirin, îxlalkirina bi zelalî ya hiqûqa navneteweyî ye, banga xwe ya dosyaya Myanmarê bi temamî ji Dadgeha Cezayê re were sewqkirin dubare kir. Dûre îfade kir ji bona ku “şîddeta bêmane ya li ser sîvîlan were sekinandin” gavên berbiçav werin avêtin, ji gelê ku bi salan e bi birçîbûnî, koç û zextan dijîn re jî alîkarîya însanî ya lezgîn xwest.
Rayedarên NY, bang li civaka navneteweyî kir ku bila bi lez û bez fonekî însanî ya lezgîn were temînkirin û artêşa Myanmarê ji bona ku li ber hiqûqa navneteweyî hesabê bide zor û zextan bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bakurê Sûdanê di hilweşîna madena zêr de herî kêm şeş kes mirin, û tê gotin ku nêzîkî 20 kes jî li benda rizgarkirina ji bin kavilan in.
Hikûmeta Xezzeyê ragihand ku bombebarana avahiyên bilind ên ji teref rejîma îşxalker ve bûye sedema koçberbûna bi sed hezaran sîvîlan û li gorî qanûnên navneteweyî bi awayekî eşkere "sûcekî şer" e.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Serokê Emrîkayê Donald Trump bi rêya navnîşana e-nameya xwe peyamek ji alîgirên xwe re şandiye û daxwaza bexşandina 15 dolarî kiriye û îddia kiriye ku ew kesê bijartî ye.
Di êrîşa ku di seatên serê sibehê de li Kampa Şatîllayê hat lidarxistin de pênc kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.