Netenyahu emir da wezîrên xwe: Şerîaya Rojavayê bi dizî îlheq bikin

Serokwezîrê qaşo yê rejima îşxalker Binyamîn Netenyahu, ji wezîrên xwe re ji bona ku hazirîyên îlhaqkirina Şerîaya Rojavayê nîşanê raya giştî nedin biryara “bêdengîyê” da. Sedema ev biryarê, tirsa windakirina alîkarîya Serokê Emrîkayê Donald Trump e.
Derket holê ku Serokwezîrê qaşo yê rejima îşxalker Binyamîn Netenyahu ji wezîrên xwe re emir daye ku plana îlhaqkirina Şerîaya Rojavayê di nav bêdengîyê de bidin meşandin. Li gorî Rojnameya Maarivê Netenyahu, wisa difikire ku her daxuyanîyekî vekirî û zelal dibe ku Serokê Emrîkayê Donald Trump aciz bike û ji ber vê yekê desteka bi dizî ya Washingtonê bike nav talûkeyê.
Di nûçeyê de hat îfadekirn ku Netenyahu civînekî sîyasî-leşkerî ew ê lidarbixistîye û meseleya serxwebûnîya Şerîaya Rojavayê, gavên ku li hember bireveberîya Filistînê werin avêtin û bertekên dewletên ku destekê didin bihata bidestxistin. Encax ev civîn hatîye taloqkirin.
Rojname, di nûçeya xwe de nivîsand ku Netenyahu bi taybetî ji wezîrên xwe re derheqê plana serxwebûna Şerîaya Rojavayê de emir daye ku “heta ji we mimkin be hindik xeberbidin.” Sedema vêya jî ev hat nîşandan, dibe ku Trump ji biryara xwe ya ku ji bo herêma E1ê jîngeha nû dabû vegere.
Di meha Tebaxê de, Wezîrê Darayîyê Bezalel Smotrich, ji biryara jîngeha E1ê ku demeke dirêj e ji ber zextên navneteweyî hatibû rawestandin re biryara erê dabû. Ev proje, hedef dike ku Qudsa Rojhilat a ku îşxalkirîye ji Şerîaya Rojavayê veqetînin û bi jîngehên nû yên Cihûyîyan herêmê ji bo Filistînîyan bikin herêmekî ku nayê jîyandin. Civaka navneteweyî, ev plana E1ê jî wek astengîyeke mezin a li ber dewleta Filistînê dinirxînin.
Maariv, di heman demê de îfade kir ku ev gava Netenyahu, dixwaze ku Sazîya Giştî ya NYyê berîya rûniştina ku li New Yorkê were destpêkirin bide lezkirin. Te texmînkirin ku di Sazîya Giştî de hinek dewletên Rojavayî di pêşengîya Beljîka û Fransayê de Filistînê wek dewletî nas bikin. Beljîka, felaketa însanî ya li Xezzeyê sedem nîşan da û got ku ew ê ji rejima sîyonîst re mueyyîdeyan bide destpêkirin û Filistînê wek dewletekî nas bike.
Di bin sîya van meseleyan de, bireveberîya Emrîkayê jî ji bona ku beşdarî rûniştina NYyê nebin vîzeya hinek rayedarên Filistînê betal kiribû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bakurê Sûdanê di hilweşîna madena zêr de herî kêm şeş kes mirin, û tê gotin ku nêzîkî 20 kes jî li benda rizgarkirina ji bin kavilan in.
Hikûmeta Xezzeyê ragihand ku bombebarana avahiyên bilind ên ji teref rejîma îşxalker ve bûye sedema koçberbûna bi sed hezaran sîvîlan û li gorî qanûnên navneteweyî bi awayekî eşkere "sûcekî şer" e.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Serokê Emrîkayê Donald Trump bi rêya navnîşana e-nameya xwe peyamek ji alîgirên xwe re şandiye û daxwaza bexşandina 15 dolarî kiriye û îddia kiriye ku ew kesê bijartî ye.
Di êrîşa ku di seatên serê sibehê de li Kampa Şatîllayê hat lidarxistin de pênc kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.