Li Xezzeyê ji ber sermayê 9 Filistînî şehîd bûn
Ji ber hewaya dijwar a serma, li Xezzeyê kampên konan di bin avê de man, ji ber serma û hilweşînê neh Filistînî şehîd bûn. Bi hezaran kon wêran bûn û bi deh hezaran kes bêparastin man.
Şerîda Xezzeyê di bin sîstemeke kûr a zexta nizm de ku ji roja Çarşemê ve zêde bûye, felaketeke nû dijî. Germahiya kêm, bayên bihêz ên ku konan wêran kirine, û barana zêde tesîrek xerab li ser jiyana sivîlên herî bêparastin kiriye. Li gorî çavkaniyên tenduristiyê û herêmî, neh Filistînî ji ber serma û hilweşîna konan şehîd bûne.
Çavkaniyek ji Nexweşxaneya Şîfa ragihand ku du zarok li Kampa Penaberan a Şatî ya li rojavayê bajarê Xezzeyê ji sermayê mirine. Di heman demê de, li kampên çadiran ên li herêma Mewasî ya Xan Yûnisê pitikek ji sermayê mir.
Ji ber bahozê li kampa Ebû Cebel a li bakurê Xezzeyê kon hilweşiya û du zarok birîndar bûn. Parastina Sivîl a Xezzeyê jî ragihand ku îro serê sibê dema ku dîwarekî mezin li ser konan li rojavayê Xezzeyê hilweşiya, du sivîl mirin.
Hilweşîna qismî ya banê xaniyekî ku malbatên bêwar li herêma "Bîr en-Najjar" a Cebeliyê dihewîne, bû sedema birîndarên nû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bajarê Tver ê Rûsyayê, di êrîşa dronê de 7 kes birîndar bûn.
Li başûrê Hîndistanê otobûs gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de 9 kes mirin, 29 kes jî birîndar bûn.
Balafirên herbê yên sîyonîstên îşxalker êrîşê derdorê bajaroka Ansar û herêmên çîya û gelîyên Libnanê kirin.