Li wîlayeta Jiangxiyê ya Çînê hezaz çêbû
Hejmara qurbaniyên hezazê ji ber barana zêde ya dawiya hefteya borî li wilayeta Jiangxiyê ya li başûrrojhilatê Çînê gihîşt 16 kesan.
Li gorî raporên medyaya dewleta Çînê yên roja Pêncşemê, barana zêde li Wîlayeta Suichuan li sê deverên cuda bû sedema şemitîna erdê û karesatên din ên xwezayî.
Televîzyona dewletê CCTV ragihand ku di erdheja li bajarokê Gaoping de 13 kes mirine, cenazeyên du kesan li bajarokê Zuo'an û yekî jî li bajarokê Tanghu hatine dîtin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a fermî Xinhua, zêdetirî 18.000 kes li navçeya Suichuan bo deverên ewle hatine veguhastin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi dehan niştecihên sîyonîst êrîşî Mizgefta Eqsayê kirin, di bin parastina polêsên îşxalker de rêûresmên Talmûdî li hember Qubbeya Kevir pêk anîn. Di dema êrîşê de qedexe li ser ketina Misilmanan bo Eqsayê jî hat danîn.
Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî ragihand ku di êrîşên bêmirov ên Rûsyayê yên li ser herêmên cuda yên Ukraynayê de pênc kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne.
Piştî salan ji şopandin û hewlên kuştinê, îşxalkerên sîyonîst li Xezzeyê êsîrê Filistînî Ferah Ehmed Hemîd ku piştî serbestberdana wê di sala 2011an de di çarçoveya danûstandina êsîran a "Wefa el-Ehrar" de sirgûnî Xezzeyê kiribûn şehîd kirin.