Di êrîşên bêmirov ên Rûsyayê de 5 kes mirin
Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî ragihand ku di êrîşên bêmirov ên Rûsyayê yên li ser herêmên cuda yên Ukraynayê de pênc kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne.
Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Rûsyayê bi dronan êrîşî herêmên cuda yên Ukraynayê kiriye.
Zelenskî diyar kir ku droneke Rûsî êrîşî navendeke kirînê li Sumyê kiriye û got, "Du kes mirine û 14 kes jî birîndar bûne."
Li Kîevê, êrîşek li ser avahiyek neh qatî pêk hat û di encamê de kesek mir û heft kes birîndar bûn.
Zelenskî diyar kir ku li Mîkolaîv jî êrîşên dijwar hatine kirin û destnîşan kir ku li wir 2 kes hatine kuştin û 7 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi dehan niştecihên sîyonîst êrîşî Mizgefta Eqsayê kirin, di bin parastina polêsên îşxalker de rêûresmên Talmûdî li hember Qubbeya Kevir pêk anîn. Di dema êrîşê de qedexe li ser ketina Misilmanan bo Eqsayê jî hat danîn.
Piştî salan ji şopandin û hewlên kuştinê, îşxalkerên sîyonîst li Xezzeyê êsîrê Filistînî Ferah Ehmed Hemîd ku piştî serbestberdana wê di sala 2011an de di çarçoveya danûstandina êsîran a "Wefa el-Ehrar" de sirgûnî Xezzeyê kiribûn şehîd kirin.
Piştî êrîşa tolhildanê ya Îranê li ser baregeha hewayî ya Muwaffaq Saltî ya li Urdinê, gelek balafirên şer ên Emrîkayê zirar dîtin.