Yek ji serokê Hamasê Ferah Hemîd hat şehîdkirin
Piştî salan ji şopandin û hewlên kuştinê, îşxalkerên sîyonîst li Xezzeyê êsîrê Filistînî Ferah Ehmed Hemîd ku piştî serbestberdana wê di sala 2011an de di çarçoveya danûstandina êsîran a "Wefa el-Ehrar" de sirgûnî Xezzeyê kiribûn şehîd kirin.
Ofîsa Medyayê ya Êsîrên Filistînî ragihand ku Ferah Ehmed Hemîd, êsîreke berê û rêberê Hamasê ku li bajarokê Silwad ê rojhilatê Ramallahê qeydkirî bû ye, di êrîşeke li herêma Şêx Eclîn a li başûrê rojavayê bajarê Xezzeyê de bi giranî birîndar bû û di dema dermankirinê de şehîd ket.
Li gorî agahiyan, Hemid di êrîşeke bêmirov de li ser motorsîkletê ku li Kolana Reşîd a rojavayê Xezzeyê diçû, hatiye hedefgirtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Piştî êrîşa tolhildanê ya Îranê li ser baregeha hewayî ya Muwaffaq Saltî ya li Urdinê, gelek balafirên şer ên Emrîkayê zirar dîtin.
Li gorî raporên hatine belavkirin, Komara Îslamî ya Îranê di operasyonên xwe yên tolhildanê yên vê dawiyê yên li dijî keştîyên şer ên Amerîkî de, ji bo lêdana hedefên behrê yên liv û tevger, mûşekên balîstîk ên pêşketî û manevrayî bi kar anîne.
Wezareta Karên Derve ya Sûrîyeyê diyar kir ku ketina serokwezîrê rejîma îşxalker Binyamîn Netanyahû ji herêma li Çiyayê Şêx (Hermon) ji aliyê hêzên îşxalker ve hatiye îşxalkirin, îxlalkirina yekparçeyiya axa Sûrîyeyê ye.