Li Swîsreyê otobûsa geştyarî qeza kir: Gelek kes mirin û birîndar bûn
Li kantona Graubûnden a li rojhilatê Swîsreyê otobûseke geştiyarî ya ku geştiyarên Hollandî tê de bûn, wergeriya, di encamê de gelek kes mirin û birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniyek polêsan, qeza roja Pêncşemê piştî nîvro di navbera gundên Susch û Zernez de qewimî. Otobûs piştî ku li barîyera kêleka rê xist, wergeriya.
Polêsên Swîsreyê hêj hejmara rastîn a mirî û birîndarên di qezayê de eşkere nekirine. Lêbelê, raporên medyaya Swîsreyê nîşan didin ku di otobûsê de 48 kes hebûn.
Berdevkê Komeleya Pîşesaziya Geştê ya Hollandî (ANVR) got ku rêwî welatiyên Hollandî bûn. Şîrketa geştê Oad ku geşt organîze kir, daxuyaniyek weşand û xemgînî û şoka xwe ya kûr ji ber qezayê anî ziman û piştgiriya xwe ji bo qurbaniyan û malbatên wan pêşkêş kir.
Wezareta Derve ya Holandayê jî diyar kir ku hîn zû ye ku hejmara qurbaniyên qezayê were destnîşankirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî medyaya Amerîkî, hinek berpirsên payebilind û pisporên Qesra Spî nirxandina xwe ya ku dibêjin şerek bi Îranê re dikare heta dawîya dema serokatiya wî, di Çileya 2029an de, bidome, ji Trump re ragihandine. Di axaftina xwe ya doh de, Trump diyar kir ku şerê bi Îranê re ew ê di demek kurt de piştî hilbijartinên navîn ên Mijdarê bi dawî bibe.
Li Kenyayê, greva 43 rojî ya hemşîreyan piştî peymana vegerandina kar a di navbera hikûmet û sendîkayê de bi dawî bû.
Hêza Behrê ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ragihand ku wan li Tengava Hurmuzê balafireke bêmirov a Saildrone Explorer a Amerîkî ku ji bo keşf û çavdêriya deryayî dihat bikaranîn, hedef girtiye.