Medyaya Amerîkî: Rayedarên Qesra Spî ji Trump re gotine ku Îran dikare heta sala 2029an li ber xwe bide
Li gorî medyaya Amerîkî, hinek berpirsên payebilind û pisporên Qesra Spî nirxandina xwe ya ku dibêjin şerek bi Îranê re dikare heta dawîya dema serokatiya wî, di Çileya 2029an de, bidome, ji Trump re ragihandine. Di axaftina xwe ya doh de, Trump diyar kir ku şerê bi Îranê re ew ê di demek kurt de piştî hilbijartinên navîn ên Mijdarê bi dawî bibe.
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku şerê bi Îranê re ew ê yekser piştî hilbijartinên navîn ên di Mijdarê de bi dawî bibe.
Lêbelê, li gorî platforma nûçeyan a Semafor a li Emrîkayê, nirxandina Trump pêşbîniyên hinek şêwirmend û pisporên wî yên payebilind ên ku dibêjin şer dikare pir dirêjtir bidome, nakok dike.
Li gorî raporê, berpirsên payebilind ên Qesra Spî, di nav de Alîkarê Serok JD Vance û Wezîrê Derve Marco Rubio, ji Trump re îhtîmala ku Îran dikare li hember dorpêça Emrîkayê û tedbîrên din ên leşkerî li ber xwe bide, û ku şer dikare heta dawiya dema wî, dema ku ew di Çileya 2029an de desthilatê radest dike, berdewam bike, ragihandine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li kantona Graubûnden a li rojhilatê Swîsreyê otobûseke geştiyarî ya ku geştiyarên Hollandî tê de bûn, wergeriya, di encamê de gelek kes mirin û birîndar bûn.
Li Kenyayê, greva 43 rojî ya hemşîreyan piştî peymana vegerandina kar a di navbera hikûmet û sendîkayê de bi dawî bû.
Hêza Behrê ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ragihand ku wan li Tengava Hurmuzê balafireke bêmirov a Saildrone Explorer a Amerîkî ku ji bo keşf û çavdêriya deryayî dihat bikaranîn, hedef girtiye.