Li Şerîaya Rojava ji bo berfirehkirina îşxalkirinê hewl tê dayîn
Li gorî agahîyan, rayedarên rejîma sîyonîst li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî 13 planên niştecihbûnê dinirxînin ku tê de avakirina 1670 xanîyên nû tê pêşbînîkirin. Di nav planan de avakirina sê niştecihbûnên nû yên cihûyan jî heye.
Konseya Filistînê ya Têkoşîna li dijî Dîwarê Cudakirinê û Wargehên Cihûyan ragihand ku rayedarên îşxalker 13 planên avakirina 1670 yekîneyên xanî yên nû li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî nirxandine.
Di daxuyaniya konseyê de hat destnîşankirin ku ev gav yekser piştî wê yekê hat ku 12 welatên rojavayî biryar dan ku sînordarkirinan li ser berhemên ji wargehên neqanûnî yên Cihûyan ên rejîma sîyonîst ferz bikin û ji rejîma sîyonîst xwestin ku berfirehkirina wargehan rawestîne.
Hate destnîşankirin ku hikûmeta Netanyahu ji dawîya sala 2022an vir ve 104 wargehên nû yên Cihûyan pejirand û 160 navendên çandiniyê yên wargehên Cihûyan ava kiriye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 13 plan, tevî zêdekirina 365 yekîneyên xanî yên nû li wargeha "Maale Amos" li Beytlehîmê û 200 li wargeha "Talmon" li Ramallahê, gihîştine merhaleya pejirandin û bicîhanîna dawî. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî medyaya Amerîkî, hinek berpirsên payebilind û pisporên Qesra Spî nirxandina xwe ya ku dibêjin şerek bi Îranê re dikare heta dawîya dema serokatiya wî, di Çileya 2029an de, bidome, ji Trump re ragihandine. Di axaftina xwe ya doh de, Trump diyar kir ku şerê bi Îranê re ew ê di demek kurt de piştî hilbijartinên navîn ên Mijdarê bi dawî bibe.
Li Kenyayê, greva 43 rojî ya hemşîreyan piştî peymana vegerandina kar a di navbera hikûmet û sendîkayê de bi dawî bû.
Hêza Behrê ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ragihand ku wan li Tengava Hurmuzê balafireke bêmirov a Saildrone Explorer a Amerîkî ku ji bo keşf û çavdêriya deryayî dihat bikaranîn, hedef girtiye.