Li Reqqayê, PKK/YPGê êrîşî çeperên artêşa Sûrîyeyê kir
Li Maadan Badiya, rojhilatê Reqqayê, şevê din di navbera artêşa Sûriyeyê û QSDê (PKK/YPG) de şerên dijwar qewimîn. Her du aliyan jî windahiyên xwe eşkere nekirin û pêşeroja peymana entegrasyonê ya ku di meha Adarê de hatibû îmzekirin careke din bûye mijara nîqaşê.
Kanala fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê El-Îxbariyê ragihand ku Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (QSD-PKK/YPG) doh bi şev li Maadan Badiya ya rojhilatê Reqayê êrîşek li ser çeperên artêşa Sûriyeyê kirin. Li gorî raporê, yekîneyên topxaneyên artêşa Sûrîyeyê bersiva agirê QSDê dan û bi rastbûnek pir baş êrîşî deverên ku agir jê dihat kirin kirin.
Ajansa Anadoluyê, bi zarê çavkaniyên herêmî yên ku navên wan nehatine eşkerekirin, ragihand ku di êrîşê de leşkerên artêşa Sûriyeyê hatine kuştin. Hin çavkaniyên herêmî jî ragihandin ku di şerê dijwar de di nav refên QSDê de mirine û birîndar bûne. Lêbelê, ti alîyan bi fermî ti qurbanî eşkere nekiriye.
Peymana Adarê dîsa di rojevê de ye
Rageşiya li ser erdê hişt ku peymana entegrasyonê ya di meha Adarê de di navbera Serokkomarê Sûrîyeyê Ahmed Şara û Serokê QSDê Mezlûm Ebdî de hatibû îmzekirin ji nû ve ji bo nîqaşê were vekirin.
Ev rêkeftin heta dawiya salê entegrekirina hemû yekîneyên QSDê di nav saziyên dewletê de, veguhestina deverên ku ew kontrol dike, di nav de deriyên sînor, balafirgeh û zeviyên petrolê, bo rêveberiya Şamê, û vegera sivîlên ku bi zorê ji herêmê hatine koçberkirin, pêşbînî dikir.
Peymanê tekez kir ku civaka Kurdî yek ji hêmanên bingehîn ên gelê Sûrîyeyê ye û armanc ew bû ku avahiya îdarî ya herêmê ji nû ve tevlî dewletê bike.
Mezlûm Ebdî, di axaftina xwe ya duh de li konferansek ku ew li Hikûmeta Herêma Kurdistana beşdar bû, îddîa kir ku hêzên wî "ji bo ti aliyekî tehdîd nînin".
Ebdî diyar kir ku deverên ku ji hêla QSD ve têne birêvebirin di bin sîwana dewleta Sûriyê de dixebitin, û got ku peymana Adarê "çarçoveyek kêrhatî pêşkêş dike" û ew hêvî dike ku hemî bendên wê berî dawiya salê werin bicîh kirin.
Ebdî her wiha îddîa kir ku peyman "tolhildan û gotinên nefretê li dû xwe dihêle" û di navbera civakan de hawîrdorek aramtir diafirîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst, peymana agirbestê paşguh kir, rêze êrîş li ser penagehên sivîl li Xezzeyê û Xan Yûnisê da destpêkirin. Piştî komkujiyê, îşxalkeran îddîa kir, "Me serokên HAMASê hedef girtin"
Artêşa Sûdanê "pêşketineke girîng" li xetên pevçûnê yên li Kurdufanê ragihand, di heman demê de Brîtanyayê daxwaza agirbesteke sê mehî ya tavilê kir da ku alîkariya mirovî bigihîje sîvîlan.
Cihûyan, di bin parastina rejîma sîyonîst de, hewl dan ku qurbanên qurbanê bi qaçaxî bibin nav Mizgefta Eqsayê. Rayedarên Filistînî ev hewldan wekî "êrîşek rêxistinkirî ya ku armanca wê qirêjkirina Eqsayê ye" bi nav kirin, lê Urdunê wekî "îxlalkirinek eşkere ya qanûnê" bi nav kir.