Li Pakistanê teqîn: 13 mirî, 31 birîndar

Li başûrrojavaya Pakistanê teqînek pêk hat, di encama teqînê de 13 kesan canê xwe ji dest dan, 31 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên polês û tenduristîyê, diyar kirin ku di teqîna li Belucistana Pakistanê pêk hat de herî kêm 13 kesan canê xwe ji dest dan, 31 kes jî birîndar bûn.
Rayedaran di daxuyanîyên ku belav kirin de îfade kirin ku rewşa hinek birîndaran giran in, ji ber vê yekê dibe ku hejmarê mirîyan zêde bibin.
Çavkanîyên polêsan, gotin ku teqîn li nêzê civîneke sîyasî ya ku li herêma Stadyûma Şahwanîya Kettaya wîlayeta peytext pêk hatîye.
Rayedarên hikûmetê, destnîşan kirin ku teqîn wisa xuya dike ku teqîneke xwekuj e, ji bona ku sedema zelal a teqînê were tespît kirin û ji bo failên dinê werin qefaltin tehqîqat dane destpêkirin.
Hat destnîşankirin ku piştî teqînê ji herêmê re gelek ekîbên polês û tenduristîyê hatin şandin, mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Hêj tu kes xwedî li êrîşê derneket. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 64 hezar û 231an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 161 hezar û 583 kesan.
Hamasê ragihand ku ew li benda bersiveke rejîma sîyonîst in ji bo pêşniyara peymana berfireh a ku bi rêya navbeynkaran pêşkêş kiriye. Tevgerê diyar kir ku ew ji bo berdana hemû êsîran û ji nû ve avakirina Xezzeyê amade ne.
Li wîlayeta Nangarhara Efxenistanê di mezinahîya 4,7an de erdhejek pêk hat.
Li Lîzbona peytexta Portekîzê tramvayek ji rêya hesin derket, di qezayê de 15 kesan canê xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.