Li Pakistanê otobuseke rêwiyan û tanker li hev ketin: 5 kes mirin, 4 kes birîndar bûn
Li Pakistanê di qezaya ku otobuseke rêwiyan û tankereke LPG li hev ketin de 5 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Li nêzîkî Rêya Peravê ya Makranê ya li navçeya Lasbela ya parêzgeha Belûcistanê, otobuseke rêwiyan û tankereke LPG li hev ketin.
Piştî qezayê agir bi tankerê ket, 5 kesan canê xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Tê diyarkirin ku sedema qezayê bêhişmendiya ajokarê tankerê bûye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku di hilweşîna stûneke kazanê ya santrala elektrîkê ya li Koreya Başûr de sê kes mirin.
Balafirgeha Navneteweyî ya Mûsilê li bajarê Mûsil ê Iraqê, piştî 11 salan yekem geşta navxweyî ya fermî pêşwazî kir.
Li gorî Axios, Washington "planeke nimûne" amade dike da ku tevgerê bêçek bike, bi hinceta endamên HAMASê yên ku di tunelên Refahê de asê mane. Ev plan bi hewldanek ji aliyê sêyemîn ve, ku ji hêla Emrîka û rejîma sîyonîst ve tê hevrêzkirin, tê bicîhanîn.