Li Nepalê hejmara mirîyan 1200î derbas bû
Li Nepalê ji ber lehîyê û hezazê 1204 kes mirin û 4216 kes jî winda ne.
Li gorî Desteya Kêmkirin û Rêvebirina Rîska Karesatên Neteweyî ya Nepalê, hejmara qurbaniyên ji ber lehiyê û hezazê yên wêranker li Nepalê gihîştiye 1204 kesan, her wiha 4216 kes hîn jî winda ne.
Li gorî rayedaran, bi tevahî 301 kes birîndar bûn, û 21.314 karmendên ewlehiyê ji bo operasyonên lêgerîn, rizgarkirin û alîkariyê hatin seferber kirin.
Li Tibetê, li aliyê Çînê, 21 kes mirine û 541 kes hîn jî winda ne.
Ev karesat wekî bûyera xwezayî ya herî kujer a li Nepalê ji erdheja mezin a 2015an vir ve hatiye qeydkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku wan li Tengava Hurmuzê çekên nû yên Îranê ji holê rakirine û got ku ew amade ne ku careke din êrîşî Îranê bikin.
Li herêma Donetskê, ku di bin kontrola artêşa Rûsyayê de ye, di êrîşên balafirên bêmirov de çar kes hatin kuştin.
Di êrîşa li ser gundê El-Muxayir ê li bakurê Ramallahê li Şerîaya Rojava de, du xort ji teref hêzên îşxalker ên sîyonîst û çeteyên niştecihan ve hatin şehîdkirin.