Hêzên îşxalker û çeteyan li Ramallahê bi hev re êrîş kirin: 2 şehîd ketin
Di êrîşa li ser gundê El-Muxayir ê li bakurê Ramallahê li Şerîaya Rojava de, du xort ji teref hêzên îşxalker ên sîyonîst û çeteyên niştecihan ve hatin şehîdkirin.
Heyva Sor a Filistînê ragihand ku wan du birîndar, yek ji wan li stûyê xwe û yê din jî li piştê bû, ku di êrîşa çeteyên niştecihbûnê û hêzên îşxalker de li ser gundê El-Muxayîr, bakurê Ramallahê, birîndar bûbûn, derman kirine û ew birine nexweşxaneyê.
Medyaya herêmî ragihand ku du ciwanên 19 salî, Omer Muhammed Nesan û Xelîl Ebû Aliya, di encama êrîşa komên niştecihbûnê yên ku bi hêzên îşxalker re hatibûn de şehîd bûn.
Hat ragihandin ku çete û hêzên îşxalker êrîşî navenda gund a li nêzî Mizgefta Mezin jî kirine, du mal girtine û pez dizîne.
Hat ragihandin ku nîşangirên artêşa îşxalker li navenda gund hilkişiyane ser avahiyên gund û dema ku gundiyan hewl dan bi çeteyên niştecihên gund re rû bi rû bimînin ku pez didizin, nîşangiran bi guleyên rastîn gule li welatiyan reşandin. Di encama vê bûyerê de, her du xortên navborî bi giranî birîndar bûn û dema ku ji bo nexweşxaneyê dihatin veguhastin şehîd ketin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Dr. Husam Ebû Safîye, rêveberê Nexweşxaneya Kemal Adwan li Xezzeyê, ku ji Kanûna 2024an vir ve di destê rejîma îşxalker de esîr hatiye girtin, bi rêya parêzerê xwe îşkenceya ku wî kişandiye vegot.
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku wan li Tengava Hurmuzê çekên nû yên Îranê ji holê rakirine û got ku ew amade ne ku careke din êrîşî Îranê bikin.
Li herêma Donetskê, ku di bin kontrola artêşa Rûsyayê de ye, di êrîşên balafirên bêmirov de çar kes hatin kuştin.