Trump: Em amade ne ku careke din êrîşî Îranê bikin
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku wan li Tengava Hurmuzê çekên nû yên Îranê ji holê rakirine û got ku ew amade ne ku careke din êrîşî Îranê bikin.
Trump li Qesra Spî bi rojnamevanan re li ser êrîşên ku wan di şeva 1ê Cotmehê de li dijî Îranê pêk anîn axivî.
Trump îddîa kir ku Îranê "hemû alavên nû yên ku ew hewl didan li Tengava Hurmuz ava bikin, hinek ji wan yên parastinê û hinek jî yên êrîşê, ji holê rakirine" û her wiha got ku Îran "hewl dide radar û navendên avêtina mûşekan ji nû ve ava bike".
Trump got, "Ew van çêdikirin û ew hema bêje qediyabûn, ji ber vê yekê me ew hilweşandin."
Trump got, "Şeva borî me derbeyek pir dijwar li wan da, û em amade ne ku dîsa bikin her gava ku em bixwazin," û her wiha nerîna xwe anî ziman ku êrîşên leşkerî yên Amerîkî li dijî Îranê "dê pir dirêj nekin".
Trump di bersiva pirsekê de li ser ka ew çiqas cîddî digire fikra guhertina navê Tengava Hurmuzê, got, "Min tenê di rê de behs kir." Berê, Qesra Spî nexşeyek li ser Platforma X weşandibû ku Tengava Hurmuzê wekî "Tengava Trump" nîşan dida.
Trump berê li ser Truth Social nivîsandibû ku ew difikire ku navê tengavê bi navê xwe biguherîne.
Fermandariya Navendî ya Emrîkayê berê ragihandibû ku rêze êrîş li dijî hedefên li Îranê pêk aniye. Li gorî Press TV, teqîn li perava başûrê welat, li Girava Qeşm û li gelek bajaran çêbûne.
Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Muhammed Riza Zeferqandî ragihand ku hejmara qurbaniyên êrîşên hewayî yên dawî yên Emrîkayê yên li ser Îranê gihîştiye 18 kesan û 108 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Dr. Husam Ebû Safîye, rêveberê Nexweşxaneya Kemal Adwan li Xezzeyê, ku ji Kanûna 2024an vir ve di destê rejîma îşxalker de esîr hatiye girtin, bi rêya parêzerê xwe îşkenceya ku wî kişandiye vegot.
Li herêma Donetskê, ku di bin kontrola artêşa Rûsyayê de ye, di êrîşên balafirên bêmirov de çar kes hatin kuştin.
Di êrîşa li ser gundê El-Muxayir ê li bakurê Ramallahê li Şerîaya Rojava de, du xort ji teref hêzên îşxalker ên sîyonîst û çeteyên niştecihan ve hatin şehîdkirin.