Li Nepalê hejmarê mirîya gihîşt 1357 kesan
Hejmara mirîyên ji ber lehîyên ji ber qutbûna qeşayekê ji Hîmalaya di 26ê Tebaxê de û lehîya çemê Bhotekoshi li ser sînorê Nepal-Çînê çêbûn gihîşt 1357 kesan.
Lijneya Rêvebiriya Felaketên Nepalê ragihand ku hejmara qurbaniyên lehîyê gihîştiye 1357 kesan û 5326 kes jî winda ne.
Li gorî agahiyan, ekîbên rizgarkirinê li ser sê projeyên santralên hîdroelektrîkê disekinin ku tê bawerkirin ku karker lê sax in.
Rizgarkirina sê kesan ji tunelan hêviyên ku dibe ku yên din jî sax bin zêde kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Khawaca Asif diyar kir ku êrîşên li ser Erebistana Siûdî dikarin Peymana Parastina Kolektîf a Mekkeyê bidin destpêkirin û got ku êrîşek li ser yek ji welatên îmzekar ew ê wekî êrîşek li ser hemû aliyan were hesibandin.
Artêşa Urdunê îddîa kir ku 18 ji 20 mûşekên balîstîk ên bi eslê xwe Îranî ji aliyê pergalên parastina hewayî ve hatine astengkirin û îmhakirin, lê du yên din li deverên vekirî yên dûrî herêmên qelebalix ketine.
Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku wekî tolhildanek li hember hedefgirtina pênc tankerên petrolê yên Îranê li Kendava Farsê ji aliyê Emrîkayê ve, wan du keştîyên Amerîkî û heşt tankerên petrolê li Tengava Hurmuzê hedef girtine, û her wiha 10 keştîyên ku hewl didan ji herêma qedexekirî derbas bibin, asteng kirine.
Artêşa qaşo ya rejîma îşxalker digel agirbestê jî li gelek deverên başûrê Lubnanê bi top û hewayî gelek wargehên sivîlan hedef girt.