Li Nîjeryayê keleka rêwîyan bin av bû: 37 mirî
Li wîlayeta Kwaraya Nîjeryayê keleka ku rêwîyan ji çem derbasî alîyê dinê dikir bin av bû, di encama bin av bûna kelekê de 37 kesan canê xwe ji dest dan, bi dehan mirov jî winda bûn.
Keleka ku mirovên ji bazarê vedigerîyan derbas dikir, li herêma Gajiboya wîlayeta Kwarayê di nav çem de bin av bû.
Di encama qezayê de 37 kesan canê xwe ji dest dan, bi dehan mirov jî birîndar bûn.
Rayedaran îfade kirin ku di nav kelekê de 150 kes hebûne, ji herêmê re ekîbên lêgerîn û xelaskirinê hatin sewqkirin û hêna jî xebata ekîban didome. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara qurbaniyên lehiyên ji ber barana dijwar li Asfî (Safî) ya Mexrîbê gihîşt 21 kesan. Baranên ku bi lez zêde bûn, li bajêr wêraniyek berfireh çêkir.
Xelîl el-Heyya, rêberê Hamasê, di gotarekê de ku bi minasebeta salvegera 38emîn a tevgerê kir, tekez kir ku Operasyona El-Eqsayê îddîaya rejîma sîyonîst a "pêşîgirtina stratejîk" têk bir; wî banga ji nû ve avakirin, alîkariya mirovî û yekîtiya neteweyî kir.
Parêzgarê Tulkeremê Abdullah Kemil ji civaka navneteweyî xwest ku destwerdana lezgîn bikin da ku fermana leşkerî ya ku hilweşandina 25 avahiyên li Kampa Penaberan a Nur Şams ferz dike rawestînin.
Îranê li peravên Kendava Ummanê tankereke petrolê ya biyanî ku tê de 6 milyon lître sotemeniya dîzelê ya qaçax hatibû dîtin desteser kir. Hat ragihandin ku pergalên navîgasyonê yên tankerê hatine sekinandin.