Li Kubayê krîza petrolê heye
Kubayê ji ber kêmbûna demdirêj a rezervên petrolê, temînkirina sotemeniyê ji bo şîrketên hewayî yên navneteweyî ji bo mehekê rawestand.
Hikûmeta Kubayê ji ber ambargoya Emrîkayê û kêmbûna rezervên petrolê biryar da ku temînkirina sotemeniyê ji bo şîrketên hewayî yên navneteweyî ji bo mehekê rawestîne.
Hate diyarkirin ku ev rewş ew ê balafirên ku firînên dûr û dirêj dikin neçar bike ku ji bo dagirtina sotemeniyê li welatên din rawestgehên teknîkî bikin.
Hinek şîrketên hewayî yên navneteweyî seferên xwe yên ber bi Kubayê rawestandine û li gorî agahiyan, ew ê ji bona ku nêzîkî 3.000 rêwiyên ku li giravê asê mane vegerînin seferên vala bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Êrîşa balafirên bêpîlot ên Hêzên Piştgiriya Lezgîn li ser navendeke ezberkirina Quranê li wîlayeta Rehed a Bakurê Kordofanê ya Sûdanê, bû sedema nerazîbûneke berfireh.
Walîtîya Qudsê tekez kir ku qedexeyên plankirî yên îşxalkerên sîyonîst ên li ser hatina Mescîda Eqsayê di meha Remezanê de îxlalkirina eşkere ya mafan e û diyar kir ku ev kiryar armanc dikin ku azadiyên dînî ji holê rakin.
Pêşnûmeya ku ji hêla Kushner û Witkoff ve hatiye amadekirin, bêçekkirina Hamasê, rêberê bi awayekî demokratîk li Xezzeyê hatî hilbijartin, pêşbînî dike. Plan "ji nû ve avakirinê" bi bêçekkirinê ve girêdide, ku ev şertek e ku tevger wekî ferzkirinek ji hêla rejîma sîyonîst ve dibîne.
Îşxalekrên sîyonîst careke din agirbesta qaşo îxlal kirin û li deverên cuda yên Xezzeyê sîvîlan kirin hedef. Di êrîşan de pênc Filistînî şehîd bûn, di heman demê de bombebaran û wêrankirina avahiyan li seranserê bajêr berdewam kir.