Êrîşên hêzên îşxalkerli ser Xezzeyê berdewam dikin: 5 şehîd
Îşxalekrên sîyonîst careke din agirbesta qaşo îxlal kirin û li deverên cuda yên Xezzeyê sîvîlan kirin hedef. Di êrîşan de pênc Filistînî şehîd bûn, di heman demê de bombebaran û wêrankirina avahiyan li seranserê bajêr berdewam kir.
Di êrîşên ku doh sibehê ji teref îşxalkeran ve hatin kirin de pênc Filistînî şehîd bûn. Ev yek nîşana 122emîn roja îxlalkirinê ye ji dema ku agirbest hatiye ragihandin.
Li bakur, Kampa Penaberan a Helawe ya li bajarokê Cebeliyeyê, ku sivîlên koçber lê dimînin, bû hedefa guleyên hêzên îşxalker. Di êrîşê de ciwanek şehîd bû. Li başûr, li "Kolana 5emîn" a bajarê Xan Yûnisê, Yûsif Nasir el-Rîfaî ji ber guleyên hêzên îşxalker canê xwe ji dest da.
Li herêma navendî, nêzîkî derîyê gundê el-Masdar, Asim Ebû Holî û Ehmed Ebdulmehmûd Ebû Dan dema ku droneyan motorsîkletek ceryanê hedef girtin şehîd bûn. Ebîr Hemdan, ku li heman herêmê bi giranî birîndar bûbû, piştî demek kurt ji ber birînên xwe şehîd ket. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Êrîşa balafirên bêpîlot ên Hêzên Piştgiriya Lezgîn li ser navendeke ezberkirina Quranê li wîlayeta Rehed a Bakurê Kordofanê ya Sûdanê, bû sedema nerazîbûneke berfireh.
Walîtîya Qudsê tekez kir ku qedexeyên plankirî yên îşxalkerên sîyonîst ên li ser hatina Mescîda Eqsayê di meha Remezanê de îxlalkirina eşkere ya mafan e û diyar kir ku ev kiryar armanc dikin ku azadiyên dînî ji holê rakin.
Pêşnûmeya ku ji hêla Kushner û Witkoff ve hatiye amadekirin, bêçekkirina Hamasê, rêberê bi awayekî demokratîk li Xezzeyê hatî hilbijartin, pêşbînî dike. Plan "ji nû ve avakirinê" bi bêçekkirinê ve girêdide, ku ev şertek e ku tevger wekî ferzkirinek ji hêla rejîma sîyonîst ve dibîne.