Li Japonyayê di mezinahîya 6,7an de erdhej: Hişyarîya tsûnamîyê hat dayîn
Erdheja ku li wîlayeta Aomorîyê di mezinahîya 6,7an de pêk hat li qeraxên bakurê welat bû sedema hişyarîya lehîyê. Çar roj berê jî li herêmê di mezinahîya 7,5an de erdhejek rûdabû.
Ji teref Ajansa Meteorolojîya Japonyayê ve hat daxuyandin ku 20 kîlometre di binê erda behrê de erdhej çêbûye.
Piştî erdhejê li bakur û bakurrojhilata welat hişyarîya tsûnamîyê hat dayîn. Rayedaran gotin ku bi taybetî herêmên sehlê ji behrê dûrbikevin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li başûrê Hîndistanê otobûs gêrê şerempolê bû, di encama qezayê de 9 kes mirin, 29 kes jî birîndar bûn.
Balafirên herbê yên sîyonîstên îşxalker êrîşê derdorê bajaroka Ansar û herêmên çîya û gelîyên Libnanê kirin.
Wezîrê qaşo yê sîyonîstan Ben Gvîr, çûbû ser gora Şehîd Şêx Îzzeddîn El Qessam ê ku pêşeng û rêberê berxwedana Îslamî ye û heqaret li wî kiribû û gotibû em ê gora wî xera bikin.
Rejima îşxalker, digel agirbestê li Xezzeyê êrîşan pêk tîne, vê carê jî bi helîkopter û topên hewanê gule li ser sîvîlan reşand, di encamê de li Refah û Cîbalîyeyê 3 Filistînî şehîd bûn.