Li Hindistanê pir hilweşiya: 9 kes mirin

Li Hindistanê ji ber hilweşîna pirekê wesayît ketin nav avê û herî kêm 9 kes mirin.
NDTV ragihand ku li Vadodara, bajarekî li wîlayeta Gujarat a rojavayê Hindistanê, ji ber hilweşîna pirekê neh kes mirin.
Pir di saetên qerebalix ên sibê de hilweşiya û gelek wesayît ketin nav avê.
Tevî operasyoneke rizgarkirinê ya bilez jî, neh kes mirin. Çend kesên ku di bin kavil û avê de asê mabûn hatin rizgarkirin û ew rakirin nexweşxaneyan.
Rayedaran dever dorpêç kirine û lêkolîna li ser sedemên bûyerê berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 680yan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 137 hezar û 409 kesan.
Endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê Îzzat el-Rişk tekez kir, "Xezze teslîm nabe… Ew ê ku şert û mercan ferz bike û hevkêşeyan li ser erdê diyar bike berxwedan be."
Di êrîşên ku ji saetên serê sibê ve ji teref rejîma sîyonîst ve li ser deverên cuda yên Xezzeyê pêk tên de herî kêm 17 Filistînî şehîd bûn.