Li Ganayê pevçûn: 10 mirî, gelek birîndar
Li herêma Upper Easta Ganayê di navbera du koman de şer derket, di encamê şer û pevçûnê de 10 kesan canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.
Bûyer, li bajawa Bawkoya herêma Upper Easta ku li bakurê welatê ye pêk hat. Li gotî agahîyan di navbera du qewmên ku yek Mampursî û yê dinê jî Kusasî ye de ev bû demeke dirêj e ku gengeşîyek heye, û ev gengeşî har bû û zêde bû. Di navbera alîgiran de bi çekan şer derket û bi hev re pev çûn.
Di encama pevçûnê de 10 kesan canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku piştî bûyeran li Bawkoyê biryara qedexeya derketina derve hat îlankirin, ji herêmê re hêzên ewlehîyê yên îlawe hatin sewqkirin.
Rayedaran, daxuyandin ji bona ku ewşê dikaribin kontrol bikin xebatan didomînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Misirê, ji bona ku tevlî lêgerîna êsîrên îşxalker bibînin ekîbek nû ya ekskavatoran şandiye Xezzeyê.
Ji ber ku li Elmanyayê şoba mirîşkan zêde bûye, heta niha 400 hezar mirîşk, werdek, qaz û elok hatin telifandin.
Li Abasan El Kebîraya li rojhilata Xan Yûnisê komeke sîvîl bûn hedefê sîyonîstan, di encamê de 2 kes şehîd bûn, kesek jî birîndar bû.
Artêşa rejima îşxalker, li Libnanê bi ÎHAyan êrîşên asîmanî li dar xist, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.