Lêgerîna şehîdên ku di bin xirbeyên Xezzeyê de hatine veşartin dê sibê dest pê bike
Parastina Sivîl a Xezzeyê ragihand ku ew ê ji sibê pê ve dest bi lêgerîna cenazeyên şehîdan di bin kavilan de bikin.
Rêveberiya Giştî ya Parastina Sivîl û Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor di civînê de amadekariyên xwe yên lojîstîkî ji bo destpêkirina pêkanîna "merhaleya yekem a derxistina cenazeyên şehîdan" temam kirin.
Proje dê roja Şemiyê, 22ê Mijdarê, saet 9:00ê sibê li kampa Maghazi li navenda Şerîda Xezzeyê dest pê bike.
Ehmed el-Serhî, yek ji berpirsan e, di daxuyaniya xwe ya li civînê de destnîşan kir ku merhaleya yekem dê bi lêgerîna cenazeyên 64 şehîdan ku bi mehan e di bin xirbeyên xaniyên ku ji aliyê dagirkerên siyonîst ve li herêma "Berekat el-Waz" a Mexazî hatine hedefgirtin de winda ne dest pê bike.
Serhî diyar kir ku xebat dê bi beşdariya ekîbên parastina sivîl, bijîşkiya dadwerî, nûnerên komîteya Misirê, nûnerên malbatên şehîdên winda û nûnerên Şaredariya Mexazî were kirin.
Serhî diyar kir ku pêvajoya rakirina cenazeyên şehîdan dê bi beşdariya ekskavatorekê dest pê bike, ku Xaça Sor dikare ji bo 100 saetan xebatê peyda bike, û ji bo xebata domdar li her parêzgehê pênc buldozer hewce ne, û bang li çapemeniyê kir ku xebatê bişopînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di erdheja bi lerza 5.7 pileyî de ku li paytexta Bangladeşê qewimî, sê kes mirin.
Hikûmeta Filistînê ya li Xezzeyê diyar kir ku artêşa îşxalker Xeta Zer a ku ji bo agirbesta li Xezzeyê hatiye destnîşankirin, guheztiye û gelek malbatên Filistînî dorpêç kiriye.
Di êrîşeke çekdarî ku li bakurê rojavayê Pakistanê hat lidarxistin de 7 kes hatin kuştin û yek jî birîndar bû.