Ji Yemen û Xezzeyê ji axên îşxalkirî re fuze hatin avêtin

Piştî avêtina fuzeyê ji Yemenê, li hemû bajar û bajarokên axa Filistînê ya îşxalkirî sîrenên êrîşa hewayî hatin lêxistin, her wiha Tûgayên Qessam jî hinek deverên niştecihbûnê bi mûşekan hedef girtin.
Di daxuyaniyekê de ji teref artêşa îşxalker ve hat destnîşankirin ku mûşekek ku ji Yemenê hatiye avêtin hatiye tespîtkirin û sîstema Arrow hewl daye ku mûşeka Yemenê asteng bike.
Radyoya artêşa sîyonîst ragihand ku piştî ku mûşek ji Yemenê hat avêtin, qada hewayî bi awayekî demkî hat girtin.
Tê ragihandin ku ji dema nûbûna şerên li Şerîda Xezzeyê berî zêdetirî sê meh û nîvan, zêdetirî 53 mûşekên balîstîkî ji Yemenê ber bi Tel Avîvê ve hatine avêtin.
Artêşa îşxalker her wiha ragihand ku pergalên wê yên parastina asmanî hewl dan ku du roketan îro ji başûrê Xezzeyê hatine avêtin asteng bikin.
Di vê çarçoveyê de, Tûgayên Qessam daxuyaniyek dan û gotin, "Me ji herêma ku wesayîtên dijmin lê bûn, li bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê Xezzeyê, bi mûşekên celebê "Q20" bi tundî wargehên "Nir Yitzhak" û "Mefta ḥ im" bombebaran kirin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Hîmaçal Pradeş a Hindistanê, ji ber barana zêde û lehîyê 10 kes mirin û 34 kes winda bûn.
Dr. Hûsam Ebû Safîye ku di Kanûna 2024an de ji teref sîyonîstan ve hatibû êsîrgirtin û hêna jî di zindanê de tê girtin, ji Dîyarîya Parêzvanên Mafên Însanan a Nîzar Benat a 2025an re layîq hat dîtin. Encax, malbata wî îfade dike ku ew bi pirsgirêkên mezin ê tenduristîyê re micadeleyê dike û ji muameleyên ne însanî re dûçarê dimîne.
Rejima îşxalker a terorîst di seatên serê sibehê de li Xezzeyê qetlîamekî nû pêk anîtin, di êrîşa gurr de zarok jî di nav de bi dehan Filistînî şehîd bûn, bi dehan sîvîl jî birîndar bûn.