Ji Sûrîyeya ku di bin êrîşa rejima sîyonîst de ye ji civaka navneteweyî re bang hat kirin

Wezareta Derve ya Sûrîyeyê di daxuyaniyekê de got, "Sûriye wê mafê xwe yê parastina ax û gelê xwe bi her awayî biparêze. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku li dijî êrîşên îsraîlê tedbîrên lezgîn bigirin."
Rejîma sîyonîst bi beheneya pevçûnên li bajarê Suweydayê yê Sûrîyeyê, bi balafirên şer dest bi êrîşa li ser Şama paytext kir.
Di êrîşên yekem de Fermandariya Giştî bû hedef û di êrîşên piştre de jî Qesra Serokkomariyê bû hedef.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê ragihand ku di êrîşên hewayî yên rejîma siyonîst ên li ser Şamê de 6 kes mirine û herî kêm 28 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê daxuyaniyek weşand û got, "Ev êrîşa eşkere ya îsraîlê beşek ji sîyaseteke sîstematîk e ku armanc dike alozî û kaosê zêde bike. Em îsraîlê bi tevahî berpirsiyarê encamên vê aloziya talûke dibînin. Sûriye wê bi her awayî mafê xwe yê parastina ax û gelê xwe biparêze. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku berpirsiyariyê bigire ser xwe û tedbîrên lezgîn bigire heta ku êrîşên îsraîlê bi dawî bike."
Balafirên şer ên sîyonîst vê dawiyê êrîşî herêmên Gabbab û Musbîn ên bajarê Derayê li başûrê Sûrîyeyê kirin.
Balafirên şer li herêma Katana ya derdora Şamê êrîşî baregeha Alaya 100emîn jî kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Agirekî li navenda danûstandinê ya "Hypermarket" ku tenê heft roj berê li Kut a Iraqê vebû, 61 kesan canê xwe ji dest dan. Piştî bûyerê sê roj şîn hat ragihandin û hat ragihandin ku dê doz li xwediyê navenda danûstandinê bê vekirin.
Yekîtîya Alimên Misilmanên Cîhanê, êrîşa sîyonîst a li ser Şamê wekî "derbeyek giran li rûmeta Ummetê" bi nav kir, û daxwaza civîneke bilez bi welatên Îslamî kir. Yekîtiyê her wiha ji bo Xezzeyê û Sûriyeyê daxwaza avakirina hevpeymaniyeke leşkerî û aborî kir.
Hat ragihandin ku hêzên hikûmeta Sûrîyeyê bi temamî ji wîlayeta Suweydayê ku li wir pevçûnên bi komên Durzî re qewimîne vekişiyane.
Hêzên Asayîşa Qudsê ragihand ku îşxalkeran di dema pêşveçûna xwe ya ber bi taxa Zeytûnê ya Xezzeyê de wesayîteke leşkerî bi teqemeniyeke bihêz hedef girtin û wêran kirin.