Hejmara qurbaniyên lehiyên Vîetnamê gihîşt 41 kesan
Hejmara qurbaniyên lehiyên li Vîetnama navîn gihîşt 41 kesan
VnExpress, bi îşaret bi Desteya Rêvebiriya Karesat û Bendavan a Vîetnamê, ragihand ku ji ber baranên dijwar û lehiyên li deverên navendî yên welat 41 kes mirine û neh kes jî winda ne.
Di felaketa lehiyê de, 167 xanî zirar dîtin, zêdetirî 52.000 xanî di bin avê de man, zêdetirî 13.000 hektar erdê çandiniyê, bi qasî 2.100 hektar darên pirrsalî, 88 hektar qadên çandiniya avî û zêdetirî 30.700 serî pez û dewarên piçûk zirar dîtin.
Lehiyê di çend saniyan de pireke li ser Çemê Da Nhim bi temamî hilweşand. Pir bi dehan salan civakên herêmî bi hev ve girêdida. Karbidestên herêmî dibêjin ku lehiya li Parêzgeha Lam Dong yek ji lehiyên herî dijwar û wêranker ên salên dawî bû.
Medyaya dewletê ragihand ku xizmetên veguhastinê li herêmê bi giranî hatine astengkirin, û Rêhesinên Vîetnamê di rojên dawî de 14 trênên rêwiyan li erdê hiştine.
Li gorî raporê, qutbûna elektrîkê bandor li zêdetirî 1 mîlyon xerîdaran li gelek parêzgehan kiriye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di demekê ku du ciwan li Kefer Ekab bi guleyên rejîma sîyonîst hatin şehîdkirin de, terorîzma niştecihan li gelek deverên Şerîaya Rojava zêde bûye. Ji Huwarayê heta El Xelîlê, ji Qelqeliyê heta Nablusê bi dehan êrîş hatine qeydkirin.
Li Maadan Badiya, rojhilatê Reqqayê, şevê din di navbera artêşa Sûriyeyê û QSDê (PKK/YPG) de şerên dijwar qewimîn. Her du aliyan jî windahiyên xwe eşkere nekirin û pêşeroja peymana entegrasyonê ya ku di meha Adarê de hatibû îmzekirin careke din bûye mijara nîqaşê.
Rejîma sîyonîst, peymana agirbestê paşguh kir, rêze êrîş li ser penagehên sivîl li Xezzeyê û Xan Yûnisê da destpêkirin. Piştî komkujiyê, îşxalkeran îddîa kir, "Me serokên HAMASê hedef girtin"