HAMAS: Qetlîama konên li Xan Yûnisê sûcekî şer e, divê welatên garantor tavilê tedbîran bigirin
HAMASê diyar kir ku êrîşa li ser konên sivîlên koçber ên li herêma Mewasiyê sûcê şer ê nû yê rejîma sîyonîst e, agirbestê îxlal dike û got, "Rejîm ji hemû encamên wê berpirsiyar e, û divê garantor tavilê tedbîran bigirin."
Hamasê êrîşa li ser konên ku sivîlên bêwar li herêma Mawasî ya rojavayê Xan Yûnisê îşev lê dimînin wekî "sûcekî şer ê diyarkirî" bi nav kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev êrîşa hovane ya rejîma sîyonîst bêrêziyeke eşkere ye li hember peymana agirbestê ya hatiye ragihandin û hewldanek e ji bo dûrketina ji pabendbûnên xwe."
HAMASê rejîma sîyonîst ji vê êrîşê û hemî encamên wê yên gengaz mesul dît.
Tevgerê bang li welatên garantor û navbeynkaran kir ku gavên tavilê û bi bandor bavêjin da ku êrîşên rejîmê rawestînin. "Divê destûr neyê dayîn ku Netanyahu yê sûcdar û hikûmeta wî ya tundrew peymanê sabote bikin, û divê êrîş, nemaze li dijî sivîlan û deverên niştecihbûnê, bi tevahî werin rawestandin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rayedarên Sûrîyeyê ragihandin ku li gundê Tirkan ê li gundewarê Helebê goreke komî dîtine ku aîdî qurbaniyên ku tê bawerkirin ji teref hêzên rejîma berê ya bi serokatiya Esedê hilweşiyayî ve hatine îdamkirin e.
Lêkolînerê Yale Nathaniel Raymond li Harvardê axivî û got ku wan bi rêya dîmenên satelîtê kuştinên girseyî yên di seranserê şerê Sûdanê de belge kirine. Wî got ku bi hezaran sivîl li el-Faşîr û el-Cuneineh bêyî ku piştgirî an alîkarî werbigirin, di "planeke tunekirina sîstematîk" de hatine hedefgirtin.
Medyaya îşxalkeran ragihand ku çar leşkerên ji Tûgaya Golanî di pevçûnên li Refaha başûrê Xezzeyê de birîndar bûne.