Fuzeya Îranê, li Tel Avîvê mala wezîrekî berê ket

Fuzeyên Îranê ku vê sibehê axên îşxalkirî hedef girtibû, li mala wezîrê berê yê Derdorê û endamê Partîya Likudê Danny Naveh ket.
Sansûra leşkerî ya sîyonîstan, derheqê bomberdmana Îranê ya li dijî Tel Avîvê de qedexeya weşanê hinek rakir.
Qenal 12, diyar kir ku fuzeyekî Îranê li derdorê mala wezîrê ketîye.
Çavkanîyên îbranî, rast kirin ku mala wezîrê berê ji teref fuzeyên Îranê ve hatîye îsabetgirtin.
Şebeqa roja Îna berê rejima îşxalker bi piştgirî û desteka Emrîkayê li dijî Îranê bi tevî dehan balafirên herbê êrîşeke bi navê “Tevgera Şêrê ku Bilind dibe” dabû dest pê kirin. Îşxalkeran di dema êrîşê de hinek baregehên fuzeyan û tesîsên nukleeran hedef girtibûn, di encamê de hinek serokên leşkerî, zanyar û sîvîl jî şehîd bûbûn.
Şeva heman rojê jî Îranê bi navê “Weda Sadiq-3”yan bi fuzeyan operasyonekî dabû destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro diyar kir ku saziyên Neteweyên Yekbûyî hilweşiyane û got, "Li hemberî komkujiyên rojane yên li Filistînê diqewimin, ti nirxek ji saziyên NY re nemaye."
Îro, çeteyên cîhûyîyan di bin parastina polêsên sîyonîstan de katin nav Mescîdî Eqsayê.
Rejima sîyonîst ku li dijî Xezzeyê qirkirina xwe didomîne, doh ji seatên serê sibe ve bombardmanan pêk tîne, di encama êrîşa xwe ya nû de sîvîl û Filistînîyên ku di rêza alîkarîya însanî de bûn herî kêm 97 kes şehîd bûn, bi sedan mirov jî birîndar bûn.
Li herêmên cuda yên Şerîaya Rojavayê êrîşên rejima sîyonîst berdewam dikin. Di bûyerên ku nav rojê pêk hatin de sê ciwan şehîd bûn, mirovek birîndar bû, gelek kes jî hatin êsîrgirtin.