Li Şerîaya Rojavayê êrîşên rejima îşxalker berdewam dikin: 3 ciwan şehîd bûn, 1 kes birîndar bû

Li herêmên cuda yên Şerîaya Rojavayê êrîşên rejima sîyonîst berdewam dikin. Di bûyerên ku nav rojê pêk hatin de sê ciwan şehîd bûn, mirovek birîndar bû, gelek kes jî hatin êsîrgirtin.
Li gundê Nezleta Îsa ya bakurê Tulkerîmê di encama gulereşandina rejima sîyonîst de ciwanekî ji çîmê xwe birîndar bû. Li gorî agahîyên ku ji Hîva Sor a Filistînê hatîye bidestxistin, ciwanê birîndar ji teref ekîbên tenduristîyê ve ji cîhê bûyerê hat tedawîkirin û ji nexweşxaneyê re hat rakirin.
Li noqteya kontrolê ya “Metar”a nêzê bajaroka Ez-Zahîrîya başûrê EL Xelîlê, Samer Besem Ez-Zughraneyê 24 salî ku di êrîşa rejima sîyonîst de birîndar bûbû li nexweşxaneya ku hat rakirin şehîd bû. Cenazeya wî ji ekîbên tenduristî ya Filistînê re hat teslîmkirin û ji Nexweşxaneya Durayê re hat birin.
Li navenda bajarê Ramallahê, Amjad Nassar Awad Husheya 15 salî, ji teref leşkerên sîyonîstan ve hat şehîdkirin. Ciwanê ku ji Kefr Akaba bakurê Qudsê ye, li nêzê Meydana Merhaba ya Ramallahê hat hedefgirtin. Hat îfadekirin ku li heman herêmê ji gelek cîhan re leşkerên sîyonîstan avêtine ser malan, wan malan wêran kirine û gelek ciwanan êsîr girtine.
Van êrîş û zextan, rojaneya Filistînîyan dike nav zehmetîyan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro diyar kir ku saziyên Neteweyên Yekbûyî hilweşiyane û got, "Li hemberî komkujiyên rojane yên li Filistînê diqewimin, ti nirxek ji saziyên NY re nemaye."
Îro, çeteyên cîhûyîyan di bin parastina polêsên sîyonîstan de katin nav Mescîdî Eqsayê.
Rejima sîyonîst ku li dijî Xezzeyê qirkirina xwe didomîne, doh ji seatên serê sibe ve bombardmanan pêk tîne, di encama êrîşa xwe ya nû de sîvîl û Filistînîyên ku di rêza alîkarîya însanî de bûn herî kêm 97 kes şehîd bûn, bi sedan mirov jî birîndar bûn.