Ensarullah, di mîtînga bi milyonan de daxuyand: Heyfa bi fuzeyên balîstîkî hat hedefgirtin

Tevgera Berxwedana li Yemenê Ensarullah, daxuyand ku ew li Heyfayê “hedefekî jîyanî” ya sîyonîstê dijmin bi fuzeyên balîstîkî hedef girtin.
Berdevkê Hêzên Çekdar yê Ensarullahê Tûxgeneral Yehya Serî, ji bona ku desteka gelê Yemenê ya ji Xezze û Filistînê re nîşan bide bi milyonan mîtîngek li dar xistin, di mîtîngê de Serî daxuyand ku ew Heyfaya îşxalkirî bi fuzeyên balîstîkî hedef girtin.
Serî di daxuyanîya xwe de weha got:
“Ey ê ku îman anîtine! Heger hûn ji Xwedê re alîkarîyê bikin, ew ê jî ji we re alîkarîyê bike û wê nigê we sabît bike.
Yekîneyên fuzeyê ku girêdayê Hêzên Çekdar ê Yemenê ne, li herêma Heyfaya îşxalkirî hedefekî jîyanî ya îsraîlê dijmin bi fuzeya hîpersonîkî hedef girt. Ev operasyon, di nav du seatan de operasyona duyemîn e. Hemd ji Xwedê re fuze bi serfirazî gihaşt hedefa xwe û bi milyonan îşxalker mecbûr man ku revîyan sitargehan.”
Serî di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ku divê welatên Ereb û Îslamê li hember gelên Filistîna mezlum mesulîyetên xwe yên dînî, exlaqî û însanî bi cîh bînin.
Serî, “Xwedê ji me re bes e, ew çi wekîlekî xweş e. Ew Mewlayekî çi xweş, çi alîkarekî xweş e. Her bijî Yemena azad, biîzzet û serbixwe! Zefer ew ê ya Yemen û ewladên azad ê hemû ummetê be.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Darayî yê rejima sîyonîst Smotrich, daxuyand ku ew ê ji plana waregehên nû yên li herêma E1ê ya li rojhilata Qudsa îşxalkirî biryara erê bidin û “Dewleta Fîlîstînê bi fiîlî tune bikin”. Smotrich got, “Bi vê şeklê em ê milyonekî şênîyan bînin.”
Rejima îşxalker, Di nav rojekî de du caran êrîşî Dibistana Ebû Hamîsaya ku Kampa Penaberên El-Bureyceyê ye hedef girtin. Di êrîşan de piranîya wan zarok û pîrek herî kêm 30 kes şehîd bûn, nêzê 100 kes jî birîndar bûn.
El Mesîre TV ku çapemenîya Ensarullahê berxwedana Yemenê ye, bal kişand ku peymana bi Emrîkayê re hatîye îmzekirin zefera berxwedanê ye û di berdewamê de nirxandinên Endamê Konseya Sîyasîya Bilind Muhammed Alî el-Husî da weşanê.
Artêşa Pakistanê got ku di êrîşên asmanî yên Hindistanê de herî kêm 26 sîvîl hatine kuştin û 46 jî birîndar bûne.