Endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê Berhum şehîd bû
Rejîma îşxalker a sîyonîst, Endamê Biroya Sîyasî ya HAMASê Îsmaîl Berhûm ku hefteyekê berê di encama êrişa hewayî de bi giranî birîndar bûbû, bi bombekirina odeya emeliyatê ya nexweşxaneya Nasir a ku lê dihat dermankirin, şehîd kir.
Tevgera Berxwedana Îslamî (HAMAS) piştî şehadeta Îsmaîl Berhûm daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de weha hat gotin:
“Em Rêberê Mezinê Mucahîd Îsmaîl Berhûm bi rêzdarî bi bîr tînin.
Îsmaîl Berhûm dema ku li nexweşxaneya Nasir a bajarê Xan Yûnisê dihat dermankirin, di encama sûîqestekî hovane ya sîyonîstan de şehîd bû.
Armanckirin û şehîdkirina nexweşekî di beşeke nexweşxaneyê de ku lê dihat dermankirin, sûcekî nû ye ku li ser tomara êrîşên terorîstî yên rejîma îşxalker li dijî nirxên pîroz, can û dezgehên tenduristiyê hatiye zêdekirin. Ev êrîş careke din derdixe holê ku îşxalker rêz û peymanên navneteweyî îxlal dike û sîyaseta xwe ya qirkirina sîstematîk a li ser gelê me û rêberên me didomîne.
Em bombekirina nexweşxaneyê bi tundî şermezar dikin. Ev êrîş nîşaneya zêdebûneke metirsîdar a cinayetên cengê yên sîyonîstan li dijî gelê me ye û îxlalkirina eşkere ya qanûnên navneteweyî û hemî nirxên mirovî ye.
Şehîd Îsmaîl Berhûm yek ji sembolên çalakiyên îslamî û daweta li Xezzeyê bû. Jiyana xwe ji bo xizmeta gelê xwe, dîn û doza xwe feda kir. Ew rêberekî dilsozê Filistînê û nirxên wê yên pîroz bû, ku mînaka fedakarî û nezirkirîyê bû û her tim li qadên dawetî,teblîx, civakî û însanî amade bû.
Em wek Tevgera HAMASê dema em xatirê xwe ji vî rêberê mezin dixwazin, em careke din soz didin ku xwîna wan wê weke meşaleyekî li ser rêya berxwedan û azadîyê bimîne. Ev sûcên ku ji teref îşxalkeran ve tên kirin, wê me ji rêya berxwedan û cîhadê dûr nexe; Berevajî vê, wê biryardariya me zêdetir xurt bike.
Em ji Xweda daxwaz dikin ku wî di nav şehîdan de qebûl bike û ji malbat û hezkiriyên wî re sebr bide.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara qurbaniyên lehiyên ji ber barana dijwar li Asfî (Safî) ya Mexrîbê gihîşt 21 kesan. Baranên ku bi lez zêde bûn, li bajêr wêraniyek berfireh çêkir.
Xelîl el-Heyya, rêberê Hamasê, di gotarekê de ku bi minasebeta salvegera 38emîn a tevgerê kir, tekez kir ku Operasyona El-Eqsayê îddîaya rejîma sîyonîst a "pêşîgirtina stratejîk" têk bir; wî banga ji nû ve avakirin, alîkariya mirovî û yekîtiya neteweyî kir.
Parêzgarê Tulkeremê Abdullah Kemil ji civaka navneteweyî xwest ku destwerdana lezgîn bikin da ku fermana leşkerî ya ku hilweşandina 25 avahiyên li Kampa Penaberan a Nur Şams ferz dike rawestînin.
Îranê li peravên Kendava Ummanê tankereke petrolê ya biyanî ku tê de 6 milyon lître sotemeniya dîzelê ya qaçax hatibû dîtin desteser kir. Hat ragihandin ku pergalên navîgasyonê yên tankerê hatine sekinandin.