Dîmena stalaytê ya xeta petrolê ya Erebistana Siûdî derket holê
Wêneyên stalaytê yên ku piştî êrîşa bi dronan li ser boriya petrolê ya Rojhilat-Rojava ya Erebistana Siûdî hatine weşandin, asta zirarê eşkere kirine. Tê texmînkirin ku heke borî neyê sererastkirin, dibe ku %4ê temînkirina petrolê ya cîhanî ji bazarê were vekişandin.
Borîyeke petrolê ya 1200 kîlometreyî ku zeviyên petrolê yên rojhilatê Erebistana Siûdî bi Bendera Yanbuyê ve girêdide, zirareke mezin li stasyoneke pompê kiriye. Wêneyên satelîtê nîşan didin ku stasyon şewitiye.
Hat ragihandin ku heke di nav çend rojan de boriyê neyê sererastkirin, rezervên hinardekirina welat dikarin biqedin û sewqiyata rojane ya 4 milyon bermîlan asteng bibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Walîtiya Qudsê ragihand ku 165 Cihûyan bi rêya Deriyê Muxrabiyê êrîşî Mizgefta Eqsayê kirine, li hewşan gerên provokatîf pêk anîne û rêûresmên Talmûdî pêk anîne.
Zêdebûna pevçûnên li Yemenê bandor li ser perwerdehiyê jî kiriye. Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku zêdetirî 137.000 zarokên temenê dibistanê ji ber aloziyên dawî di xetereya dûrxistina ji perwerdehiyê de ne.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên di êrîşên îşxalê de ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve gihîştiye 73 hezar û 789 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 798 kesan.
Doxtorên Bêsînor ragihandin ku rejima îşxalker li Xezzeyê otobûsek ku xebatkarên alîkariya mirovî hildigirt hedef girt. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ewlehiya tenduristiyê û personelên alîkariyê careke din hatiye paşguhkirin.