Li Xezzeyê otobûseke alîkariya mirovî bû hedefa êrîşê
Doxtorên Bêsînor ragihandin ku rejima îşxalker li Xezzeyê otobûsek ku xebatkarên alîkariya mirovî hildigirt hedef girt. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ewlehiya tenduristiyê û personelên alîkariyê careke din hatiye paşguhkirin.
Li gorî daxuyaniya rêxistinê, otobûsa ku 10 xebatkarên alîkariya mirovî li bajarê Xezzeyê hildigirt, di êrîşeke hewayî ya artêşa qaşo ya rejîma îşxalker de zirar dît û karkerek birîndar bû. Hat destnîşankirin ku li ser otobûsê logoyek mezin hebû, ji ber vê yekê ew bi awayekî zelal wekî wesayîtek alîkariya mirovî dihat naskirin.
Doxtorên Bêsînor diyar kirin ku li Xezzeyê tu cih ewle nîne û tekez li ser pêwîstiya parastina sivîlan, xebatkarên tenduristiyê û personelên alîkariya mirovî kir.
Di daxuyaniyê de bi taybetî hat bibîrxistin ku wesayîtên alîkariya tenduristî û mirovî yên bi logoyan hatine nîşankirin divê rasterast neyên hedefgirtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Zîyad Muhammed Cabir ê 54 salî, li bajarê El-Bireh ê Şerîaya Rojava di êrîşa hêzên îşxalker de şehîd bû. Bi şehîdbûna Cabir re, hejmara Filistîniyên ku ji destpêka sala 2026an vir ve li Şerîaya Rojava bi guleyên hêzên îşxalker şehîd bûne, ji 100î derbas bû.
Serokwezîrê qaşo yê rejima îşxalker Binyamîn Netenyahu, belgefîlma “NAZA”yê ya ku qetlîama sîvîl a li Xezzeyê belge dikir wek provokasyona antîsemîtîk nirxand. Belgefîlm bi hişêçêker metodên qetlîamên leşkerên rejima îşxalker îfşa dikir û Netenyahu jî vêya derewand.
Li wîlayeta Plateau ya Nîjeryayê ji otobûsa rêwîyan re bi çekan êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşa çekdarî de 11 kesan canê xwe ji dest dan, gelek kes ji birîndar bûn.