Li Yemenê, ji ber şer zêdetirî 137.000 zarok ji dibistanê bêpar mane
Zêdebûna pevçûnên li Yemenê bandor li ser perwerdehiyê jî kiriye. Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku zêdetirî 137.000 zarokên temenê dibistanê ji ber aloziyên dawî di xetereya dûrxistina ji perwerdehiyê de ne.
Gurbûna nû ya pevçûnan li Yemenê tesîreke xerab li ser sivîlan û her weha perwerdehiya zarokan dike.
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku ji ber dijwarbûna pevçûnan zêdetirî 137.000 zarok ji perwerdehiyê bêpar mane an jî di talûkeya devjêberdana dibistanê de ne.
UNICEF, bi tekezkirina ku divê zarok ji ber şer û pevçûnan pêşeroja xwe winda nekin, ji bo garantîkirina berdewamiya xizmetên perwerdehiyê, dixebite ku polên demkî û cihên fêrbûnê yên ewle biafirîne.
Li gorî daneyên heyî yên UNICEFê, şerê dirêj ê li Yemenê tesîrek giran li ser pergala perwerdehiyê kiriye, û heta destpêka sala 2026an nêzîkî 3.2 milyon zarok ji dibistanê derketine. Rêxistin diyar dike ku zirara li dibistanan û girtina dibistanan bi giranî rê li ber gihîştina zarokan bo perwerdehiyê digire. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Walîtiya Qudsê ragihand ku 165 Cihûyan bi rêya Deriyê Muxrabiyê êrîşî Mizgefta Eqsayê kirine, li hewşan gerên provokatîf pêk anîne û rêûresmên Talmûdî pêk anîne.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên di êrîşên îşxalê de ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve gihîştiye 73 hezar û 789 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 798 kesan.
Doxtorên Bêsînor ragihandin ku rejima îşxalker li Xezzeyê otobûsek ku xebatkarên alîkariya mirovî hildigirt hedef girt. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ewlehiya tenduristiyê û personelên alîkariyê careke din hatiye paşguhkirin.