Çeteyên Cihûyan êrîşî Filistîniyan kirin: Zeviyên çandiniyê hatin şewitandin

Çeteyên Cihû êrîşî bajarokê Surîfê yê li bakur-rojavayê El Xelîla Şerîaya Rojava ya îşxalkirî kirin û agir berdan zeviyên çandiniyê. Du Filistîniyên ku hewl dan êrîşê rawestînin ji teref leşkerên sîyonîst ve hatin birîndarkirin.
Çeteyên Cihûyan bi şev êrîşî bajarokê Surîf ê li bakur-rojavayê El Xelîlê kirin.
Êrîşkar ketin herêma el-Wetwat a nêzîkî wargeha "Beyt Ayn" a îşxalkirî û êrîşî sîvîlan kirin û agir berdan zeviyên çandiniyê.
Şahidan diyar kirin ku çeteyan zirar dane mal û zevîyên li herêmê û li Filistîniyên ku hatine cihê bûyerê dane.
Dema ku niştecihên herêmî hewl dan li hember êrîşê li ber xwe bidin, leşkerên îşxalker gihîştin cihê bûyerê û gule li ciwanên Filistînî reşandin. Di vê pêvajoyê de du Filistînî birîndar bûn.
Li gorî Komîteya Berxwedana Dijî Dîwar û Dijî Avakirina Wargehan a Filistînê, çeteyên Cihû yên sîyonîst di nîvê yekem ê sala 2025an de 2 hezar û 153 êrîş pêk anîne. Di van êrîşan de çar Filistînî hatine kuştin. Êrîş ji serdegirtinên gundan û êrîşên li ser mal û wesayîtan bigire heya desteserkirina erd û avakirina wargehên nû diguherin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 680yan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 137 hezar û 409 kesan.
Endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê Îzzat el-Rişk tekez kir, "Xezze teslîm nabe… Ew ê ku şert û mercan ferz bike û hevkêşeyan li ser erdê diyar bike berxwedan be."
Li Hindistanê ji ber hilweşîna pirekê wesayît ketin nav avê û herî kêm 9 kes mirin.
Di êrîşên ku ji saetên serê sibê ve ji teref rejîma sîyonîst ve li ser deverên cuda yên Xezzeyê pêk tên de herî kêm 17 Filistînî şehîd bûn.