Artêşa îşxalker li Qudsê du zarokên Filistînî şehîd kirin
Hat ragihandin ku hêzên îşxalker ên siyonîst li bajarokê El-Cudeyra yê li bakurê rojavayê Qudsê du zarok şehîd kirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di daxuyaniyekê de got, "Di encama gulebarana dijwar a ku hêzên îşxalker şeva borî li herêma El-Hara el-Fuqa ya bajarokê El-Cudeyra vekir de, du zarokên bi navê Mihemed Abdullah Taym ê 16 salî û Mihemed Reşad Fadl Qasim ê 16 salî şehîd bûn."
Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Sivîl destnîşan kir ku hêzên îşxalker cenazeyan desteser kirine û nehiştine ku ekîbên tenduristî bigihîjin cihê bûyerê.
Di daxuyaniyek kurt a artêşa îşxalker de, hat îddîakirin ku du xortan kokteylên Molotov avêtine ser rêya ku ji hêla niştecihên siyonîst ên li bajarokê ve tê bikar anîn û leşkeran rasterast gule li wan reşandine.
Parêzgariya Qudsê got, "Hêzên îşxalker li herêma El-Hara El-Fuka, nêzîkî dîwarê îlhaqkirin û berfirehkirinê, nêzîkî malên welatiyan, bi guleyên rastîn Mihemed Abdullah Tayem û Mihemed Reşad Fadl Qasim hedef girtin."
Tê ragihandin ku artêşa îşxalker û niştecihên siyonîst ji destpêka şerê qirkirinê li Xezzeyê ve êrîşên xwe yên li ser Şerîaya Rojava zêde kirine û li gorî çavkaniyên Filistînî, ev yek bûye sedema mirina 1062 sivîlan, birîndarbûna nêzîkî 10 hezar kesan û êsîrgitrina zêdetirî 20 hezar Filistîniyan, ku 1600 ji wan zarok in. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Cakartaya paytexta Endonezyayê di mizgeftekê de teqînek çêbû û di encamê de 54 kes birîndar bûn.
Erdhejeke bi hêza 6.3 pileyî şeva Duşemê li bakurê Efxenistanê xist, bû sedema wêraniyeke berfireh û jiyanên wêrankirî û qîrîneke bêhêvî ji bo alîkariyê li pey xwe hişt.
Tevgera Ensarullah a Yemenê êrîşên zêde yên rejîma îşxalker li ser Lubnanê bi tundî şermezar kir û ragihand ku ew li kêleka gelê Lubnanê û berxwedana wî ne.