Îşxalkeran li Cenînê 700 malên Filistîniyan hilweşandin
Di 315 rojên êrîşên bênavber de, agahdariyên hilweşandinê yên nû, serdegirtinên sîstematîk û desteserkirinên keyfî li Cenîn û bajarokên derdorê zêde bûne, û bi hezaran malbatên Filistînî neçar mane ku ji cih û warên xwe derkevin.
Êrîşên rejîma sîyonîst li ser bajarê Cenîn û Kampa Penaberan a Cenîn di roja 315an de berdewam dikin. Ji saetên sibê ve, îşxalkeran di hundirê kampê de xebatên hilweşandin û kolandinê zêdetir kirine, gelek malan girtine û eşyayên sivîlên Filistînî wêran kirine.
Agahiyên hilweşandinê li gelek xanîyên bajarokê Sila el-Zuhr, li başûrê Cenînê, hatin belavkirin. Di heman demê de, çend malbatên ku li taxa Cebariyat, li dora Kampa Cenînê, dijiyan, bi zorê hatin derxistin.
Îşxalkeran dest bi hilweşandina 24 xanîyên dinê yên di nav kampê de ne kirine. Bi vî awayî, hejmara avahiyên ku ji destpêka êrîşan ve bi tevahî an jî qismî wêran bûne ji 700î derbas bûye. Wêrankirina li herêmê 4.000 malbat neçar kiriye ku koçber bibin, û ew bi şert û mercên mirovî yên dijwar re rû bi rû mane.
Sîyaseta zilm û zordariyê li gelek bajarokên parêzgeha Cenînê berdewam kir. Di dema serdegirtina bajarokê Qibatya de, îşxalkeran xortek desteserkirin, yekîneyên piyade li kolanan bi cih kirin, sîvîlan desteserkirin û lêpirsîn kirin.
Îşxalkerên ku li bajarokê Ya'bed bi cih bûne, ku nêzîkî 24 rojan e di bin dorpêçê de ye, berdewam dikin ku malên ji çeperên leşkerî yên ku li wir ava kirine desteser bikin. Di heman demê de, di serdegirtinên li gundê Bîr el-Başa de mal hatin lêgerîn û li Sila el-Harişiyê bi gaza rondikrêj û bombeyên deng sivîl hatin hedefgirtin.
Ji destpêka êrîşan ve, li Cenîn, kampên wê û bajarokên derdorê zêdetirî 69 Filistînî hatine kuştin. Di nav wan de çar kes ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Rêveberiya Filistînî ve hatine kuştin.
Her çiqas xelkê Cenînê dibêjin ku êrîşên bênavber bi taybetî armanc dikin ku kampa penaberan bi tevahî bêmirov bikin jî, bêdengiya civaka navneteweyî dibe sedema bertekan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê Husam Bedran, tekez kir ku tevger hemî sozên xwe yên di çarçoveya peymana agirbestê de pêk tîne û diyar kir ku rejîma sîyonîst bi zanebûn rê li ber vê pêvajoyê digire. Bedran daxwaza mudaxeleya bilez a navneteweyî kir da ku qirkirina li Xezzeyê were rawestandin.
Projeya “Her Roj Sifreyek” ku ji teref Weqfa Êtîman ve ji bo Xezzeya ku di bin şert û mercên giran û dorpêçê de micadeleya jiyanê didin hatibû destpêkirin, li herêmê belavkirina şîva germ didomîne.
Hikûmeta Xezzeyê, daxuyand ku rejima îşxalker ji 10ê Cotmehê ku peymana agirbestê ketîye merîyetê vir ve 591 caran agirbestê îxlal kirîye, di êrîşan de 357 Filistînî şehîd bûn.